Xweşewitandin: Li dijî bênirxkirina jinê qêrîn û berteka bilind bûye (2)
- 09:02 3 Çile 2025
- Nîqaşên Jineolojiyê
"Bi taybet rêxistinên mafên jinan û bi giştî rêxistinên mafê mirovan li herêmê li dijî vê çareseriyek nedîtin. Li aliyê din jî hikûmetê jî ji bo pêşîgirtina xweşewitandinan cezayên giran nebirîn. Qanûnên têkildar pir carî cezayên sivik pêşniyar dikin. Gumabarên tundiyê û kujer çend mehan tên girtin û piştre tên berdan, efûkirin."
Dr. Hevîn Kemal Şah Mohammed
Jina xwe dişewitîne bêguman rewşa wê ya ruhî nebaşe. Lê ya jinê mexdûr dike û zextê lê dike pergalek civakî û siyasî ye. Encama vê de jin agir ber didin bedena xwe û dixwazin daxwazên xwe bidin bihistin. Dema tundiya li ser jinê ya fîzîkî û psîkolojîk bigihêje asta jor, bedewbûn jî wateyê winda dike û jin dixwazin xwe bidin ber agir. Zextên li ser kes nerehetiya rih û pisgirêka tenduristiyê bixwe re tîne.
Di civakê de tundî her tim wek ya fîzîkî tê zanîn. Gotinên nebaş, heqeret, gilîzkirin, biçûkxistin, şikandina rumetê her yek cureyên tundiya psîkolojîkin. Ev hemû di jiyana rojane de jinan hedef digire.
Bi taybet rêxistinên mafên jinan û bi giştî rêxistinên mafê mirovan li herêmê li dijî vê çareseriyek nedîtin. Li aliyê din jî hikûmetê jî ji bo pêşîgirtina xweşewitandinan cezayên giran nebirîn. Qanûnên têkildar pir carî cezayên sivik pêşniyar dikin. Gumabarên tundiyê û kujer çend mehan tên girtin û piştre tên berdan, efûkirin.
Di çareseriya pirsgirêka baviksalariyê de kêmasiyek mezin a civakê heye. Çareserî ne tenê vekirina stargehan e. Carnan stargeh jî dibin sedema parçebûna malbatan û destjihev berdanê û tundiya mêr re zemînê ava dike. Ev jî jinan ber bi mirinê ve dibe. Dema çareseriyek neyê dîtin ev didome. Li aliyê din jî ji ber jin ji stargehan nikarin derkevin derve, derfetên kar û jiyanê tuneye, yên gerê û tevgerê tuneye, wek girtî jiyana xwe didomînin. Jin dema xwe dikujin an jî tên kuştin mahkumê goristanên bêkesan tên kirin. Çawa di jiyana xwe de bê nasname tên hiştin di koça daweî de jî bê nasname tên hiştin.
Di malbata ku tundî pir alî tê kirin de; Tiştên ku jin dijîn ne tên vegotin ne jî fêmikrin. Zanebûna şertên ku jin têde dijîn têr nake. Divê giranbûna vê rewşê bê fêmkirin û ev şertên ku jinan biçûk dixînin bên rakirin. Ev rewşa bênirxhiştinê jinan berbi tunebûnê ve dibe. Bi naverokên çapemeniyê û riya rêzefîlman jiyanek ji rastiya civakê û mirovahiyê dur empozeyê jinan dikin û jinan di bin bandora vê de dihêlin. Jin bi zîhniyeta serdest ya mêr re tên rû hev û bê çareserî tên hiştin. Li gorî îstatîstîkên wezareta xebat û civakî ya Iraqê salên herî kêm 109 hezar malbat belav dibin û ev jî rewşa bi xeter ya krîzê ya nav malbatê nîşan dide. Krîza malbatê krîza ku pergal dijî nîşan dide. Ji her demê zêdetir hewce heye ku ev krîza saziye bê demokratîkirin û analîzkirin.
Pêşniyarên çareseriyê yên bingehîn ên ku dê pirsgirêka baviksalarî û tundiya li ser jinê ji holê rakin ev in:
Divê perwerdehiya ku di civakê de ji keç û kûr re tê dayîn biguhere. Ji roja ku zarok hatiye dinyayê divê di nava malbatê de perwerdehiya demokratîkkirina kesayeta zarok bê dayîn. Ji bo demokratîzekirina kesayeta keç û kûran divê perwerdehiya taybet bê dayîn û bi vî awayî xortan fêrî rêzgirtina îradeya keçan bikin. Divê kur zanibin ku keç nîvê din ê civakê ne û li ser esasê wekheviyê bi wan re têkiliyan deynin û rêzê li vîna wan bigirin. Her wiha divê keçan fêrî wê yekê bikin ku ew zilmê qebûl nekin, nefsbiçûk nemînin, bi xwe biryara xwe bidin û ji bo pêkanîna xewnên xwe pişta xwe nedin kesî. Dema ku keç û xort werin fêrkirin ku divê hevdu temam bikin, civakek ku ji mêr û jinên saxlem ên giyanî pêk tê ji nû ve tê avakirin. Di civakeke wiha de jin û mêr dikarin hev temam bikin û li hemberî hev tundiyê bikar neynin û bizanin ka rola wan di civakê de çi ye.
Divê jin hîn bibin ku mafên di nava sîstem û civakê de ji mêran nayên xwestin, jin bi ked û hewldana xwe bi dest dixe. Ji bo ku jin daxwazên xwe yên di civakê de bi cih bîne, mafên xwe bi dest bixe û rola xwe ya takekesî bilîze divê bi hêz be. Her wiha divê jin piştgiriyê bidin hev û hewl bidin ku hêza hevdû neşikênin.
Yekane riya pêşî li vê bê girtin perwerdekirina civakê ye perwerdekirina jin û mêrane. Divê li ser vê konfernas, civîn û lêkolîn bên zêdekirin. Lê ya ku ez dizanim û bawer dikim ev e; Jin ji êşa xwe şewitandinê û zirara wê nizanin. Ji ber ku pirê caran xweşewitandin bi mirinê venabe, berovajî vê yekê gelek caran dibe sedema xerabûna laş. Van xirabûnan ji hêla mirovên herî jêhatî ve jî nayê rast kirin û ji hêla psîkolojîk ve dermankirina wan pir dijwar e. Ev rewş bi xwe ji mirinê jî bi êştir e.
Ji ber vê sedemê girîng e ku medya, kanalên televizyon û rojname bi kesên ku xwe dişewitînin re hevpeyvînan bikin û ev jin piştî ku destûr û erêkirina wan girtine hewl bidin hinek rû û bedena xwe nîşan bidin. Da ku jin û keç bi zelalî bibînin ku piştî xweşewitandinê dê çi were serê wan. Di heman demê de, bi guhdarkirina van kesan, guhdarîkirina rewşên wan, lêkolîna li ser wan û parvekirina encaman bi civakê re, divê hîn bibin ku pirsgirêk û çareserî çi ne. Li dibistanan divê der barê mijarê de ligel pispor û psîkologan ders bên dayîn. Xweşewitandin êşeke mezine û bandorek mezin li ser jiyana jinê, civakê dike. Divê em hemû li dijî vê têbikoşin û bi xewedî proje û çarseriyan bin.
*Ev nivîs ji 31’emîn hejmara mijara dosya ‘Başûr’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.