Mezinkirina hestan

  • 09:04 29 Adar 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Bi pêşengiya jinê afirandina pîvanên azadiyê, di esasa van pîvanan de mêr bi teşekirin. Ev bi teoriya qûtbûnê pêkane. Qûtbûn bi fîzîkî, fikr û rihî pêk tê.  Têgehên hişmendiya zayendê, hezkirina zayendê, têkoşîna zayendê di vir de girîng in. Hişmendiya zayendê, tê wataeya hilweşandina reqabeta navbera jinan de. Li şûna hezkirin, ecibandinê, xwebûn esas e."
 
Nagîhan Akarsel
 
Çareserkirin û diyalog rêbaza pêşxistina hestane. Abdullah Ocalan dibêje ‘Rêgeza hest an jî hestiyariyê! Divê hûn hestiyar bibin ya xwezayî ev e. Ev tedbîreke; di alî civakî syasî hestî de tedbîr: Divê hestên xwe jî perewrde bikim, hestên tune divê pêş bixînim.’ Rêgeza zelaliyê li dijî hemû tabuyan tedbîre.
Mezinkirina hestan di hişmendiya ax û azadiyê de derbas dibe. Li Kurdistanê pirsa çawa divê bê jiyîn û çawa tê hezkirin stratejîk e. Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Derwêşê Evdê û Adule, Cemiîl Mîrê Hekanî û Binewşa Narîn, Xelîl û Xepsexan, ev çîrokên bi trejiyê qedyane ji evînên hezkirinê serbixwe nînin.  Evînên Kurd wisa dertên pêşberî me. Di van destanan de evîn, bi aliyê civakî û navbera du kesan de bi zimanekî wêjeyî tê gotin. Di van vegotinan de hestên jinan zelal in, îxanet, qehremanî û hezkirin tê gotin bêyî şer û serkeftinê, bêyî hilweşandina pergalê  evîn pêk nayên.
 
Analîza civaknasiya Kurdistanê di analîza têkiliya jin û mêr de veşartiye. Her stranek evînê ji van têkiliyên destranî re derî vedike. Zeyran di strana Adûleyê de digihêje venasîna evîna kolektîf. Di  rojnivîskê de wiha dibêj ‘Derwêş qehremanekî Kurd, yê serbilind û rûmet e. Dema Adule Derwêşê xwe winda dike lorînekê dilorîne. Dibêje Delala Derwêş. Derêş li ser congên Adîleyê çavên xwe digire. Ez xwe bişibînim Aduleyê ez ê mezin nekim. Li ser congên min jî ciwanên Kurd yên leheng hilma dawî girtin. Hezkirina herî pîroz ya ku ji bo wê mirinê didî ber çavane. Ez niha xwe digihînim têgeha rast a evînê. Em Derwêş û Adûleyên serdemê ne.” Abdullah Oclan diyar dike ku jin û mêrên ku rizgariya civakî pêk tînin, dikarin bi evîn û hezkirina ku cih nadin tu têkiliya koletiyê, şênber bikin. 
 
Naqokiya ewil
 
Naqokiya ewil ya navbera jin û mêr de ya zayendiye. Çiqas rolên kevneşopî, parçerû heye hatiye ferzkirin. Îro di gelek şerên çinî dewletî de jin cih digire. Svetlana Alekseyevîç di pirtûka xwe ya ‘Ji ber şerê jin tune kiriye’ de rastiyê baş îfade dike. Li başurê Kurdistanê jinên ji bo parastina welatê xwe dibin pêşmeger jî di du hefteyan de, dizewicinin. Ev jî mînak e. Ji ber jinek xwediyê wê tunebe bi mêran re nikarin ligel hev şer bikin. (Ji roportaja Maxsuma Mihemed hatiye girtin) Nêzîkatiyên bi vî rengî yên li hember jinê encama zîhniyeta malbat, mêr û dewletê ye. Nêzîkatiya jinê ya li hember xwe ya li hember hevzayend, mêr û civakê bi pirsgirêke. Wek hêzê an jî karîkatora mêran pêş dikevin. An jî di bin navê azadiyê de nêzîkatiyên liberal tên nîşandan.
 
Teoriya qûtbûnê
 
Teoriya qûtbûnê, li cihên xweser, bi îradeya kolektîf a jinan tê hûnandin. Ev teorî ‘Naskirina civakê, ji mêr hesab pisîn, bi jiyanê re hatina gel hev’ e. Zayend hem bi xwe re hem jî dîwarên newekheviyê hildiweşînin û bi îradeya kolektîf teoriya nû ava dikin. Heman demê de teoriya zêdekirina teoriya sosyalîzm û evînê ye. Teoriya evînê ji tatmînbûna şexsî wêdetir, navê avabûna yekitiya wateyê ye. Xwe naskirin, xwebûn, hezkirin. Bi têkiliyên rêzdarî hezkirin û baweriyê watedar dibe.
 
Bi pêşengiya jinê afirandina pîvanên azadiyê, di esasa van pîvanan de mêr bi teşekirin. Ev bi teoriya qûtbûnê pêkane. Qûtbûn bi fîzîkî, fikr û rihî pêk tê.  Têgehên hişmendiya zayendê, hezkirina zayendê, têkoşîna zayendê di vir de girîng in. Hişmendiya zayendê, tê wataeya hilweşandina reqabeta navbera jinan de. Li şûna hezkirin, ecibandinê, xwebûn esas e. Bi têkoşîna zayendê re rexne û xwerexne, guherîn pêwiste. 
 
Kuştina mêr
 
Têgeha kuştina mêr girêdayê vê têgehê ye û di esasa ji hemû taybetiyên pergala hegemonîk xilasbûnê pêş dikeve. Di vî alî de guhertina mêr, têkşînake zayendî ya hişmend ferz dike. Di vê mijarê de derketiye holê ku divê têkoşînek bi hişmend û bawerî bê meşandin. Ev têkoşîn ji ber parçeyek bi bandor ya çanda jiyana nûye girînge. Kevneşopiyên ku jinan heps dike, zîncira mêr e. Mêrên nav xwe de nîqaşên samîmî û cidî dikin dikarin azad bibin. Ne xwedî derketina li jinê, divê bi jinan baer bikin û bibin hevalên jinan. 
 
Dîsa di alî pêkanîna pîvanê azadiya jinê de serkefitin hebe mêr dikarin bên guhertin. Ev bi rêbazên cuda yên perwerdehiyê, di qada siyasî, etîk, estetîk de tê kirin. Yanî asta azadİya jinê, asta azadiya mêr jî derdixe holê. Di tevgera Azadiya Kurdistanê de di esasa teoriya qûtbûnê de pîvana avakirina  hevjiyana azad û civakî tê afirandin. 
 
* Nîşe: Berdewama nivîsê hefteya pêş bi sernavê ‘hevjiyana azad’ wê bê weşandin.
 
* Ev nivîs ji hejmara 24’an a mijara dosya ‘Zayendî: Ji pîrozhiyê berbi îdeolojiya desthilatdariyê’ ya kovara jîneolojiyê hatiye girtin.