Li Rojhilata Navîn zarokbûn.. (2)

  • 09:06 16 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Iraqê di binpêkirinên mafên zarokan de zêdebûnek bi fikar
 
Derya Ceylan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Yek ji welatên ku binpêkirinên mafan ên zarokan lê zêde dibin Iraq e. Tundî, sûcên zayendî, di temenê biçûk de xebitandin û zewicandin û her wiha di pevçûnan de bikaranîna zarokan li vî welatî gelek zêde ye. Her çiqas xebatên hişyarkirinê û bangên UNICEF’ê hebin jî sererastkirinek şênber tune ye.
 
Iraq ku seranserê dîrokê ji gelek şaristaniyan re malovanî kiriye û xwedî mîrateyeke çandî ya dewlemend e jî di roja îro de bi binpêkirina mafên zarokan di rojevê de ye. Tundî, sûcên zayendî, di temenê biçûk de xebitandin û zewicandin û her wiha di pevçûnan de zarok bikaranîn li welat tên jiyîn. Tevî xebatên hişyarkirinê yên Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û saziyên din yên navneteweyî hebin jî sererastkirinek şênber tune ye.
 
Seranserê dîrokê mafê zarokan
 
Iraqa ku ji Mezopotamyaya Anîtîk dest pê dike di serdemên cuda de di bin rêveberiyên cuda de jiyaye, di warê mafên zarokan de xwedî dîrokeke dijwar e. Bi taybetî di nîveka sedsala 20'an de, piştî damezrandina dewleteke serbixwe, pîvan û normên navneteweyî yên derbarê mafên zarokan de girîng hatin dîtin. Lê belê tevliheviya siyasî û civakî ya welat, şer û pevçûnên navxweyî parastina mafên zarokan zehmet kir.
 
Beriya Saddam Huseyîn û piştî wî
 
Di 1979’an de beriya hatina Saddam Huseyîn û piştî wî li Iraqê binpêkirinên mafan yên zarokan bi teşeyên cuda xwe dan nîşandan. Xwegîhandina xizmetên tenduristî û perwerdê, di temenê biçûk de xebitandina zarokan, zor û zehmetiyên aborî û civakî xwe dan der. Bi ketina Saddam Huseyîn re şert guhertin, pirsgirêkên tundiyê, xizanî û binesaziyê û zehmetiyên nû rû dan.
 
Pirsgirêkên rojane û tedbîrên tên girtin
 
Di demên dawî de li Iraqê sûcên li hember zarokan wek, tundî, sûcên zayendî, temenê biçûk de xebitandin rû didin. Di têkoşîna li dijî van pirsgirêkan de hikûmeta Iraqê û civaka navneteweyî qanûnênn cuda, kampanya û propagandayên civakî xistin jiyanê. Lê di pêşîgirtina pirsgsirêkên ewlehiyê, civakî-aborî de astengiyên cidî hene.
 
Di 6 mehên ewil yên 2017’an de 152 zarokan jiyana xwe ji dest da
 
Fona Alîkariya Zarokan (UNICEF) ya girêdayê Neteweyên Yekbuyî (NY) di rapora ku di sala 2017’an de weşandiye de, daxuyakirin ku li Iraqê ji 5 mîlyonî zêdetir zarok hewcedariya wan bi alîkariya mirovî ya lezgîn heye. Li gorî rapora UNICEF’ê di 6 mehên ewil yên 2017’an de 152 zarokan jiyana xwe ji dest daye. Di sê salên dawî de jî ev hejmar gihişt hezar û 75’an. Di heman pêvajoyê de 255 zarok ji bedena xwe organ winda kirin an jî birîndar bûne.Di sê salên dawî de bi giştî ev hejmar derket hezar û 130’î.
 
Li welat ji 2014’an het aniha ji ber tundî û xizaniya heyî zarok di bin şert û mercên zehmet de têkoşîna jiyanê didin. Di raporê de tê diyarkirin ku 4 hezar û 650 zarok ji malbatên xwe dur ketine û 800 hezar zarok jî  herî kêm yek ji malbata xwe winda kiriye. Her wiha li welat li dijî 138 dibistan û 58 nexweşxaneyê êrîş pêk hatiye, ji 3 mîlyonan zêdetir zarok naçin dibistanê, 1,2 mÎlyon zarok jî qet naçin dibistanê.
 
45 hezar zarokên bê nasname
 
Li gorî rapora UNICEF’ê ya sala 2020’an de weşandiye li Iraqê 45 hezar zarok ji nasnameya bêpar jiyana xwe didomîn. Ev rewş jî dibe sedema ku ji mafên perwerdê bêpar bimînin, di şertên zehmet yên jiyanê de jiyana xwe bidomînin. Zor û zehmetiyên  bê nasnamebûnê encamên aborî jî derdixe holê. Rapor ji bo başkirina rewşa van zarokan banga xebatên lezgîn dike.
 
Bi hevkariyê pêşketin pêkane
 
Li Iraqê li dijî şert û mercên zehmet yên zarok têde ne hewldan û baldariyek mezin a di asta herêmî û navneteweyî de pêwist e. Tedbîrên bên girtin di nav demê de dikare encamên erênî derxe holê û pisgirêkên cidî yên divê têkoşîn li hember wê bên dayîn hene. Divê hem hikûmet hem jî civaka navneteweyî bi hevkarî li dijî vê hewl bidin. Bi hevekariyê pêşketin pêkan e. Parêzvanên mafên zarokan, diyar dikin ku divê têkoşîna edelet û mafê zarokan bê dayîn.