Serlêdanên pêşbirka Wênekêşî Çîrok û Helbestan a Denîz Firat dest pê kir

  • 10:54 16 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Serlêdanên pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Azad ve tê lidarxistin, dest pê kir. 
 
6’emîn pêşbirka Wênekêşî, Çîrok û Helbestan a Denîz Firat ku her sal li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) di pêşengiya Yekitiya Xwendekarên Azad (YXA) ve tê lidarxistin, îsal jî di 11’ê Nisanê de dest pê kir.
 
Komîteya amadekar têkildarî şert û mercên tevlibûnê ev agahî parve kir û got: “Pêşbirka îsal, diyarî şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê, Şehîd Sara Hogir Ruha, Şehîd Bîşeng Brusk û Şehîd Seyît Evran tê kirin. Kesên dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin divê heta Hezîrana 2024’an berhemên xwe bişînin navnîşanên hatine diyarkirin. Merasîma 6’emîn Xelatên Wêjeyê yên Şehîd Denîz Firat wê di 8’ê Tebaxa 2024’an de li Wargeha Penaberan a Mexmûrê pêk were.
 
Ziman û zaravayên pêşbirkê ev in;
 
* Zimanê Kurdî (Bi zaravayên kurmancî, zazakî û soranî), erebî û zimanê tirkî ye.
 
Mercên pêşbirkê;
 
* Divê berhem beriya pêşbirkê li tu cihî nehatibin weşandin.
 
* Beşdar dikarin di beşa helbestan de herî zêde bi 2 helbestan, di beşa çîrokan de bi çîrokekî û di beşa wênekêşiyê de herî zêde bi 2 berheman beşdar bibin.
 
* Beşdar divê berhemên xwe tevli kurtejiyana xwe herî dereng heta Hezîrana 2024’an bi riya E-mailê bigihîjînin destên me.
 
Navnîşanên serlêdanê;
 
E-Mail: Yekitiyaxwendevanenazad@gmail.com
 
Instagram: Pêşbirka Ş.Denîz Firat
 
hejmara telefonê: +964 751 842 55 76
 
Facebook: Peşbirka Ş Denîz Firat
 
X: Pêşbirka Ş.Denîz Firat
 
Navnîşan:
 
Wargeha Ş. Rustem Cûdî (Mexmur) / Tevgera Ciwanên Mexmûrê.”