Danişîna doza 6 jinên rojnamevan hat taloqkirin

  • 13:03 16 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
STENBOL - Danişîna duyemîn a 6 rojnamevanên jin ên bi hinceta çalakiya piştevaniyê ya ji bo xebatkarên Çapemeniya Azad tên darizandin, hate taloqkirin. 
 
Di 29’ê nîsana 2023’yan de rojnamevanan bi armanca operasyonên binçavkirinê yên li dijî xebatkarên Çapemeniya Azad şermezar bikin li navçeya Kadikoy a Stenbolê hatibûn bahev û bilêdanê hatibûn binçavkirin. Danişîna 2'yemîn a derbarê rojnamevanan de hatiye vekirin hate lidarxistin. Danişîna doza bi îdiaya “Mûxalefeta li dijî qanûna xwepêşandan û civînan” derbarê rojnamevan Serpîl Unal, Yadîgar Aygun, Pinar Gayip, Eylem Nazlier, Zeynep Kûray û Esra Soybîr de hatiye vekirin li 22’yemîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Stenbolê ya li Edliyeya Anadolûyê hate lidarxistin. Rojnamevanên negirtî tên darizandin tev li danişînê nebûn. Parêzer Devrîm Avci Ozkûrt û Ezgî Kose di danişînê de amade bûn. 
 
Şandeya dadgehê ji bo parastina Esra Soybîr a di danişîna ewil de parastina wê nehatiye wergirtin were temamkirin, biryar da ku li benda bersiva nivîsa fermanê ya ji 34’emîn Dadgeha Ceza ya Asliye ya Antalyayê re hatiye şandin bimîne. Dadgehê danişîn taloqî 18’ê hezîranê kir.