Ji AYM’ê biryara ‘cilên yekreng’

  • 10:53 17 Nîsan 2024
  • Hiqûq
 
NAVENDA NÛÇEYAN - AYM’ê qanûna ku li girtîgehan cilên yekreng ferz dikir betal kir
 
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) qanûna ku piştî hewldana leşkerî ya 15’ê Tîrmeha 2016’an cilên yekreng li “sûcdarên darbe û rêxistinê” ferz dikir betal kir. Di biryarê de hate diyarkirin ku di qanûnê de “pîvanên pêwîst pêk naîne”. 
 
AYM’a ku serlêdana ji bo betalkirina qanûnê hatiye kirin lêkolîn kir, diyar kir ku ferzkirina cilên yekreng ji bo astengkirina “xerakirina pergala danişînê ya bi kincên ku sembol an jî nivîs tê de hene” tê armanc kirin lê di warê armanca ku tê xwestin pêk were de “pîvanên pêwîst pêk naîne”. AYM’ê diyar kir ku qanûn li dijî Destûra bingehîn e û qanûn betal kir.