Çarşema Serê Nîsanê li Şehbayê hat pîrozkirin

  • 13:03 17 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdên Êzidî yên Efrînê yên li Şehbayê Çarşema Serê Nîsanê bi şahiyekê pîrozkirin.
 
Bi dirûşmeya "Êzdiyatî: Nasname ye, çand e, dîrok e û berxwedan e; Cejina Çarşema Sor li we pîroz dikin" Yekîtiya Êzidiyên Efrînê û Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava li kantona Şehbayê Çarşema Sor ango Çarşema Serê Nîsanê pîroz kirin.
 
Di şahiyê de welatiyan bi rihê yekîtiyê li qada Elewşe ya navçeya Ehdasê ya Şehbayê kom bûn û Çarşema Sor pîrozkirin. Qada şahiyê bi wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pakrewanên azadiyê, alên Yekîtiya Êzîdiyan û Yekîtiya Jinên Êzidî Rojava hat xemilandin.
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Meriyem Cindo û li ser navê Yekîtiya Jinên Êzidî yên Rojava Filê Şekro Çarşema Sor pîroz kirin.
 
Piştre ji aliyê Şêx Zehredîn sebeqên qewla ola Êzdî ji gel re xwend, her wiha sê komên olî derketin ser dikê û lavayên olî vegotin. Piştî wê ji aliyê Hevserokê Yekîtiya Êzidiyên Efrînê Silêman Cefer ve wateya Çarşema Sor hate şirovekirin.
 
Paşê Koma Kulîlkên Pêşerojê û Koma Şehîd Bêrîvan û Koma Kevneşop ên stranan, koma govendê, koma Şehba ya stranan û hunermendan li ser dika şahiyê hunerên xwe pêşkêş kirin. Koma şano jî şanoyek li ser fermana Şengalê pêşkêş kirin.
 
Di dawiya şahiyê de gel govendên xwe gerandin û Çarşema Sor pîroz kirin.