Dengê arkaîk ê serdemê: Jin

  • 09:04 19 Nîsan 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Dem ji lêgerîna dengê xwe dest bernade. Hebûn xwe dispêre dualîzmê. Ji yekbûna zanîn û hestan destbernade. Belkî jî ev zimanê jiyanê ye. Lê wateya jiyanê di têkiliyên rast de veşartiye."
 
Nagîhan Akarsel 
 
Hewcedariya me bi hest û fikrên serdemê hene. Hewcedarî bi dengekî kevnar, arkaîk heye. Hewcedarî bi gotineke ku enerjiya me giştî dike heye. Hewcedariya me bi hevokek jiyanê ji mirinê, madeyê ji enerjiyê, rih ji akil, ronahiyê ji taritiyê, felsefeyê ji sosyolojiyê qut nake heye. Ya ku fikr û rihê cih û dem dihewîne…
 
Belkî jî bi mantra ku zanînê dihewîne. Mantra gotinek Hîntî ya tê wateya helbestê. ‘Man’ zîhn ‘tra’ jî tê wateya serbest berdanê. Gotina Mantra serbestberdana zîhn e.
 
Wek Ne ya kesên herêma Guaranî bi kar tînin û wek îxaneta li dijî ruh tê bikaranîn. Ne dengek e. Hem tê wateya rih hem tê wateya gotinê. (Eduardo Galeona, gotinên dimeşin)  Wateya wê di demê de veşartiye.
 
Hewremand jî dengê di nav çiyayan de bilind dibe ye. Dema Mecnun nêzî Leylayê dibe, hewcedarî bi vî dengî heye. Ev deng hêza jiyana vediguhere orkestrayên bideng ên hezarî..
 
Ev deng di pergala baweriya xweser a Hîndu û Hîndistanê de ‘Om’ e. Om ‘dengê cîhanê ye’. Om tê wateya xişirê nav kulîlka lotus.
 
Mandukya Upanîshad Om ya yek ji Upanîadên metnên pîroz ya Hînduîzmê ye, wisa destpê dike: “Om gotinek nemir a xera nabe ye. Om gerdûn e. Û ev pêşkêşkirina Om e. Her tişt yên berê yên niha û yê pêşerojê Om e.”
 
Hemû olên yek Xweda dibêjin ‘ewil gotinek heye’. Îslamiyek dibêje ‘kun’ an jî ‘ol’. Tevrat bi ‘bide jiyînkirin’ destpê dike. Zebur bi ‘duristiyê’. Încîl bi ‘hezkirinê’ û ‘Kuranê bixwîne’ destpê dike.
 
Di felsefeyê de ev dibe dengê Dîotîma yê ku Daîmonan ji Sokrates re vedibêje. Li Delphî di têketina perestgeha Apollon de ‘xwe bizanibe’ tê nivîsin. Li çiyayên Zagros dengê Zerduşt dibihêje bi gotina ‘Bêje tu kî ye’ dikeve jiyana me. Felsefeya Zerduşt ji vê xwedî dibe.
 
Gotina revorder ya Eflaton wek vegera hişmendiyê îfade dike dertê pêşberî me. Bibîranîn a tê wteya re-cordîs a bi Latîn, bi îngîlîzî recorder e. Re-cordîs ‘bibîranîn’ û ‘dil derbaskirin’ e.  Recorder jî zanînek yekem a di rihê serbixwe de ye.
 
Deng dibe gotin. Gotin dikeve jiyanê. Di çandên cuda de bi awayên cuda teşe dibe. Ev diyalektîkek li gorî çandên cuda bi teşe dibe ye.
 
Serdestî hişmendiya me birîndar dike
 
Ev deng ji Sumeran heta îro di bin serdestiyê de dimîne. Serdestî jî hişmendiya me birîndar dike. Dîrok û jiyanê ji hev qut dike. Dualîzm ne ku hev temam bikin, hev tune dike.  Xwe li ser serdestiyê qeyd dike. Ne fêmkirin, serdestî esas tê girtin. Zanîn û wate li nokteyên cuda bicih dibin. 
 
Di serdema me de sosyolojiya azadiyê ya Abdullah Ocalan di navenda hemû çand û erdnîgariyan a sosyolojiya welatên rojava de hatiye rûniştin. Behsa sosyolojiya Rojhilata Navîn kirin. (Abdullah Ocalan, sosyolojiya azadiyê.)” Ferasetek navenda wê welatên rojava ye derdikeve pêş. Em rastî şopên feraseta gerdûnê ya hîna di mîtolojiyê de zindî ye bibin jî hewaleyê hêzên xwezayê kirine. Pîvana ewil a ol Xweda ye. Di zanistên pozîtîvîst de nêzîkatiya xeta rast seqet dibe. Feraseta navendî ya mirovahî ligel nêzîkatiya navenda rojava tê bicihkirin. Ev li gorî têkiliyên serdestiyê tê amadekirin. Zanînên zanistê tê parstin. Navê nû yê versiyona zanista dogmatîzmê pozîtîvîzm e. Pozîtîvîzm dibe hevkarên tekela hegemonîk a modernîteya kapîtalîst. (Abdullah Ocalan, Şaristaniya kapîtalîst). Zanistek ku jiyana civakî tehdîd dike, heqîqetê tune dike pêş dikeve. Di serdema herî pêşketî ya zanistê de Hîroşîma, Nagazakî, Halepçe û Çernobîl pêk tê. Li dijî ferasta pozîtîvîzmê ya ku  her tiştî parçe dike, gelek zanyar balê dikşîne ser têkiliya bi vê ferasetê re. (https://www.youtube.com/watch?v=fZuomUkXvKk).
 
Dem ji lêgerîna dengê xwe dest bernade. Hebûn xwe dispêre dualîzmê. Ji yekbûna zanîn û hestan destbernade. Belkî jî ev zimanê jiyanê ye. Lê wateya jiyanê di têkiliyên rast de veşartiye. Nirxandinên Abdullah Ocalan ên ji nîşeyên hevdîtina Îmraliyê gelek bi nirx in. Ji ber rihê demê, jiyanê û hewcedariya civakê hîs dike. Çîroka azadiyê vedibêje. Di vê çîrokê de dengê ‘jîn’ bilind dibe. 
 
Nîşe: Berdewamiya nivîsê bi sernavê ‘dengê qedîm yê serdemê: Jîn” wê hefteya pêş bê weşandin.
 
Ev nivîs ji hejmar a 26’an a dosya ‘di sedsala 21’ê de zanistîbûn bezandin’ a Kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.