ROJEVA 20'Ê NÎSANA 2024'AN

  • 09:00 20 Nîsan 2024
  • Rojev
 
*Li Lîbyayê sûc û binpêkirinên mafan ên li hember zarokan, di demên pevçûn û bêîstîkrariyê de zêdetir dibin û berdewam dikin. Tevî hemû hewldanên mudaxaleya hikûmeta herêmî û civaka navneteweyî, pirsgirêkên wek binpêkirina mafan yên wekê bi zor leşkerî, îstîsmara zayendî, bazirganiya mirovan û binpêkirina mafê perwerdê, ewlehiya zarokan tehdîd dike.
 
*Hevşaredara Artemêtê Rabîa Başak Koç projeyên der barê Artemêtê de ji ajansa me re ve got. DÎMEN HEYE
 
*Li ber çavê hemû cîhanê 4 sal û nîv e Rêberê gelê Kurd û sê hevalên me di bin tecrîda giran de ne.  4 sal û nîv e ji jiyana wan 144 roj, 54 meh, 234 hefte, 18 demsl, 9 cejn , 4 neweroz, 3 hilbijartin hatine dizîn. Ev girtî 4 salin nikarin ji malbata xwe agahiyekê bigirin. Mafên bi qanûnan ji girtiyên polîtîk re tên nasîn yek ji bo Rêberê PKK’ê û sê hevalên wî pêk nayên. Dewleta TC jî vê dzane. Tenê rola gardiyaniya ku hêzên komploger dane wan pêk tîne. JI PÊNUSA JINÊ
 
* Endamên meclîsa şardariyê ya DEM Partiyî, bertek nîşanê tacîza çawîşê pispor a li Şirnexê dan û diyar kirin wê rêxistinbûna civakî pêşî li tundiya polîs û leşkeran bigire. DÎMEN HEYE