Li Rojhilata Navîn zarokbûn … (9)

  • 09:05 23 Nîsan 2024
  • Dosya
 
Li Başûrê Kurdistanê sûcên li hemberî zarokan zêde bûne  
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Lİ Başûrê Kurdistanê li hember zarokan her cureyên sûc zêde bûne û rêxistinên mafên mirovan, li dijî vê rewşê banga têkoşînê dikin.
 
Herçend ku Başurê Kurdistanê bi mîrateya çanda dewlemend û dîroka xwe bê zanîn jî di mijara mafên zarokan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Zarokên li herêmê dijîn, ji perwerdê heta tenduristiyê ji mafê ziman heta gelek mijarên din pirsgirêkan dijîn û nikarin xwe bigihînin van mafan.
 
Sûcên îstîsmarê yên li hember zarokan
 
Yek ji sûcên li hember zarokan îstîsmara zayendî ye û li Başurê Kurdistanê gelek zêde bûye. Li dijî van sûcan li hember gumanbaran cezakirin bi awayekî cidî hatiye zêdkirin, lêpirsînên bi badnor û pêvajoa darizandinê ya bi bandor ketiye dewrê. Cezayên ji bo kesên ku van sûcan dikin tên dayîn,ji cezayên girtîgehê yên giran heta cezayên giran yên pere diçe. Lê ji bo pêşîgirtina van sûcan û parastina zarokan hîna gavên ku divê bên avêtin nehatine avêtin.
 
Di temenê biçûk de xebitandin
 
Yek ji aliyê din yê îstîmarê di temenê biçûk de xebitandin e. Di temenê biçûk de xeibtandin yek ji binpêkirinên mafan ya herî girîn a herêmê ye. Rêxistinên civaka sivîl, sedema vê sînorkirina derfetên perwerde û aboriyê nîşan dide û li aliyê din jî li herêmê şerekî ku didome mijara gotinê ye.  STO baldikşînin ser rewşa perwerde û tenduristiya zarokên dixebitin û dibêjin ji bo pêşîgirtina vê divê derfetên perwerdehiyê bên zêdekirin, piştgiriya aborî ji bo malbatan bê dayîn û kontrolkirina kargeryan bê zêdekirin.
 
Di temenê biçûk de zewac
 
Li Başurê Kurdistanê zewaca di temenê biçûk de gelek zêde ye û ji ber pisgirêkên aborî û çandî ev pisgisrêkek mezin a didome ye. STO diyar dikin ku di vê mijarê de divê hişmendiya civakê bê zêdekirin û xwegîhandina perwerdehiyê ya zarokên keç bê hêsankirin.
 
Qanûnên heyî
 
Li Başurê Kurdistanê  der barê mafên zarokan de gelek qanûn hatin qebûlkirin. Ev qanûn di mijarên wekê îstîsmar, xebitandin û zewaca zarokan de cezayên giran pêşniyar dikin. Lê ji ber ev qanûn bi awayekî bandor pêk nayên pêşî li van sûcan nayên girtin.
 
Piştî  êrîşa DAIŞ’ê ya li hember Şengalê
 
Di 2014’an de DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir û li hember  civaka Êzidî binpêkirinên mafan yên bi xof hatin pêkanîn. Bi hezaran zarok hatin revandin, wek kole hatin firotin an jî qetilkirin. Piştî van bûyeran, civaka navneteweyî û rêveberyên herêmî ji bo piştgiriya Êzidiyan û parastina zarokan bikevin tevgerê jî  hîna bi sedan jin an jî zarokên di destê DAIŞ’ê de hene.
 
Rêxistinên navneteweyî li dijî sûcê li hember zarokan yên li Kurdistanê, li ser têkoşîna yekbûyî ya bi mekanîzmayên piştgiriya civakî û hişmendiyê disekine. Rêxistinên navneteweyî her wisa parastina zarokan di alî pêşeroja herêmê de weke gavek girîng  dinirxîne.