Rojnamegerên Mexmûrê: Nikarin ragihandina rastiyê asteng bikin

  • 12:25 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
 
MEXMÛR - Serdegirtina studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê ji hêla rojnamegerên Mexmûrê ve hatin şermezarkirin. Rojnameger Qeder Kar diyar kir ku çend hewl didin ku rojnamegerên kurd bitirsînin lê bi ser nakevin. Rojnameger Avaşîn Helîn jî da zanîn ku ev serdagirtina polîtîkayên li hemberî kurdan nîşan dide.
 
Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne. Polîsan deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.
 
Bertekên li hemberî serdagirtinê de didomin. Rojnamegerên li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr)  Qeder Kar û Avaşîn Helîn ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman. 
 
‘Êriş ne tesadufî ye’
 
Rojnameger Avaşîn, di destpêka axaftina xwe de serdegirtinê şermezar kir û got: “Mirov nikare bêje ku ev êriş cara yekem tê kirin. Êrişeke ne tesadufiye, an jî ne êrişeke ji rêze ye. Êriş duh bi şev pêk hat. Êrişek bi plankiriyê. Ji polîtîkayên şerê taybet, polîtîkayên qirkirina kurdan, polîtîkayên tunehesibandina kurdan, polîtîkayên bêdengkirina kurdan, polîtîkayên tepisandina têkoşînê ne qut in. Bi hemû dijwariya xwe li hemberî jinên kurd, Gelê Kurd û bi taybetî ji li hemberî rojnamegerên kurd êriş pêk tên. Êrişa ku duh pêk hatî jî bi heman polîtîkayê tê meşandin. 
 
‘Operasyonên dagirkirinê didomin’
 
Avaşîn, wiha behsa êrişên ku pêk hatî kir: “Êrişa ku duh pêk hatî ne tesadufî bû, ji ber ku Erdogan serdana Iraqê kir. Di keliya ku êriş pêk hatî de jî li Hewlêrê bû. Li Hewlêrê li gel rayedarên di civînan de bûn. Mirov wan yekan nikare ji cuda bigire dest. Operasyona dagirkeriyê ya li hemberî Herêmên Parastina Medyayê berdewam dikin.”
 
‘Li hemberî kurdan heman polîtîka’
 
Rojnameger Avaşîn, diyar kir ku di salvegera weşana Rojnameya Kurdistanê de êriş birin ser televîzyonan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev jî nîşan dide ku ev êriş ne tesadufiye.  Xwestin peyamek bidin. Divê her kes di ferqa wê peyaman de bin. Li Bakur her roj rojnameger tên astengkirin, binçavkirin û girtin.  Li başûrê Kurdistanê jî heman polîtîka tên meşandin. Ev 6 meh zêdetir e tu agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin ku ji aliye PDK’ê ve hatiye revandin, tu agahiyeke fermî nehatiye dayîn. Lê Belçîka qaşo Ewropa xwe wekî navenda demokrasî, azad bi nav dike, li vir êriş pêk hat. Ev yek polîtîkayên li hemberî kurdan nîşan dide."
 
‘Em ê li pêy şopa heqiqetê bin’
 
Avaşîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev êrişên ku li hemberî rojnamegerên kurd pêk hatî ne yekem bû û ne jî dê bibin dawî.  Armanc qutkirina dengê gel e, îradeya gel e, veşartina rastiyan e. Ji ber ku Sterk TV, Medya Haber TV û bi dehan televizyonên me, ajansên me yên nûçeyan kelî bi kelî çi diqewime tîne ziman. Geşedanên dawiyê bi awayeke rast û zutir ji raya giştî re tîne ziman. Îxaneta PDK’ê, hewldanên Dewleta Tirk, bêhiqûqî û bêedaletiya ku li cîhanê pêk tê bi awayekî rast radigihîne. Ji ber vê yekê bi wan êrişan re rûbirû dîmîne. Me dîmenan de dît êrişeke pir bi hovane ye, ne ji rêze ye. Wek cihekî Belçîka û Ewropayê êrişeke wiha rastiya wan a pişt perdeye nîşan dide. Em carek din dibêjin tu êriş, astengkirin, girtin û binçavkirin me natirsîne. Em ê her tim li pêy şopa heqiqetê bin. Hewl bidin ku li gorî berjewendiya gelê xwe civaka xwe karê xwe bidin meşandin. ” 
 
‘Bi êrişan bi ser nakevin’
 
Rojnameger Qeder Kar jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Em di serî de serdegirtinê şermezar dikin. Di dema pêşwazîkirina salvegera  derketina Rojnameya Kurdistanê de ev serdagirtin pêk hat. Mirov nikare serdagirtinê wisa ji rêze bigire dest. Her rojnamegereke kurd rastiyê derdixe holê bi êrişan re rûbirû dimîne. Sterk TV û Medya Haber TV rastiyê radgihînin. Ev êriş ne ya yekem bû, berê jî televîzyonên me hatin girtin. Endamên wan hatin girtin. Çend hewl didin ku rojnamegerên kurd bitirsînin bi wan hewldanan lê bi ser nakevin.”
 
‘Li ser rêya rastî û heqîqetê bimeşin’
 
Qeder, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rol û mîsyona rojnamegerên kurd: “Em şopdarên kesên ku ev mirate ji me re hiştine. Ev rêya rast û heqîqetê ye. Em tu carî ji êrişên ku li hemberî me pêk tê de natirsin. Dijmin êrişê li her çar parçeyên Kurdistanê dike. Mirov dibîne ku ev hemû plan û proje yên Dewleta Tirk e. Erdogan serdana Iraq, Hewlêr û Amerikayê kir. Di çarçoveya wan serdanan de ev êriş pêk hat. Mirov nikare wan tiştan ji hevdu cuda bigire dest. Li cihêkî êrişê Herêma Parastina Medyayê dike,  li cihekî êrişê sivilan dike û êrişê li her cihê dike. Pêwiste em li hemberî wan êriş û dagirkeriyê û bi taybetî jî em rojnameger bêdeng nemînin û helwestê nîşan bidin û yekitiya xwe avabikin. Em ê xebatên xwe li ser rêya rastî û heqîqetê bidin meşandin.”