Sîteya webê ya MKG'ê di weşanê de ye

  • 12:37 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - MKG'ê da zanîn bi sîteya webê ya ya nû ya bi navnîşana www.mkgdernek.org di weşanê de ye. Site bi armanca ragihandina çalakiyên komeleyê û projeyan a ji girseyên berfirehtir, hatiye avakirin. 
 
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), ragihand ku sîteya wan a nû ya bi navnîşana www.mkgdernek.org di weşanê de ye. Armanca vê platformê ew e ku faliyetên komeleyê, proje û perwerdeyên ji bo jinên rojnameger ji girseyên hîn berfirehtir ragihîne. 
 
Armanca avakirina sîteyê 
 
MKG'ê bal kişand ser armanca avakirina sîteyê û wiha got: "Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG), saziyeke civaka sîvîl e û bi armanca bihêzkirina dengê jinên cîhanê ya di qada medyayê de hatiye avakirin. Ji îro pê de sîteya înternetê ya fermî ya MKG'ê ya bi navnîşana www.mkgdernek.org dest bi weşanê kir. Armanca vê platformê ew e ku faliyetên komeleyê, proje û perwerdeyên ji bo jinên rojnameger ji girseyên hîn berfirehtir ragihîne. "
 
Gavên girîng ên di sektora medyayê de 
 
MKG'ê da zanîn bi avakirina sîteyê wê mîsyona xizmetê jî bê cih û wiha got:"Ji roja avakirina MKG'ê heta îro di warê têkoşîna li dijî zehmetiyên jinên rojnameger kişandine û ji bo teşwîqkirina zayendê ya di sektora medyayê de gavên girîng avêtiye. Sîteya webê ya me wê wekî jêderkeke girîng a piştgiriyê dide vê mîsyonê xizmetê bide û wê çalakiyên komeleya me, bultenên çapemeniyê û lêkolînên wê di nava xwe de bihewîne." 
 
'Em bi vê yekê serbilind in'
 
Seroka MKG'ê Roza Metîna têkildarî vekirina sîteya webê wiha got:"Ji bo jinên rojnemeger bêtir bên xuyakirin û ji bo em piştgiriyê bidin wan me ev platform kir meriyetê. Em bi vê yekê serbilind in. Em hêvî dikin sîteya me webê ya nû, ji bo balê bikşîne ser pirsgirêkên jinên rojnameger û ji bo rêyên çareseriyê pêşkêş bike, bibe alaveke çalak. "
 
Banga serdana ji bo sîteya webê 
 
MKG'ê herî dawî banga serdana sîteya webê kir û wiha got:"Di sîteya me ya webê de, di heman demê de taybetmendiyê interaktif ên mîna alîkarî, piştevanî, agahiyên endamtiyê jî hene. Ji bo em dengê MKG'ê li girseyên berfirehtir belav bikin û ji bo piştevaniya jinên rojnameger, em bang li her kesî dikin ku werin serdana sîteya me bikin."