DEM Partî çû serdana JINNEWS û MA'yê

  • 16:00 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Rêxistina DEM Partiyê ya Enqereyê li dijî êrişên li ser çapemeniya azad ji bo piştevaniyê çû ser dana JINNEWS û MA'yê.
 
Rêxistina Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Parti) ya Gelan li dijî êrişa li ser çapemeniya azadiyê ku îro li Stenbol û Enqereyê 9 rojnameger hatin binçavkirin û li Belçikayê bi ser Sterk TV û Medya Haber TV'yê de hat girtin, çû buroyên JINNEWS û Ajansa Mezoptamyayê (MA). 
 
Di serdanê de hat bibîrxistin kedkarên çapemeniya azad bi salan e li dijî zextan bi serhildanê bersivê didin û peyama piştevaniyê hat dayin.