Li Mersînê mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’

  • 18:03 27 Nîsan 2024
  • Rojane
MERSÎN - Komeleya Jinan a Gunebakan ji bo hişmendiya zayenda civakî her sal mîhrîcana ‘ji bo wekheviyê reqsê bike’ pêk tîn eû îsal jî bi coşek mezin destpêkir. Di mîhrîcanê de hat diyar kirin ku bila beden û zîhn fêrî gotin û dîmena wekheviyê bidin.
 
Komeleya Jinan a Gunebakaran her sal bi armanca balê bikşîne ser newekheviya zayendê û hişmendiyê zêde bike mîhrîcana ‘ji bo wekhviyê reqsê bike’ pêk îne. Îsal li navçeya Mezîtlî li perava Qada Galatasarayê pêk hat. Gelek nûnerên rêxistinên jinan tevli mîhrîcanê bûn û jinên derdorê piştgirî dan. Gele komên reqs û muzîkê derketin ser dikê û jinên hilberîner di mîhrîcanê de stand vekirin û berhem firotin.