'Em ê li dijî kedxwariyê li qadan bin'

  • 09:06 28 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
 
Rojda Aydin  
 
WAN - Rêvebera Şaxa Tarim Orkam Sen a Wanê Mizgîn Çelîk Tarhan ji bo mîtînga herêmî ya ku bi boneya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cihanê li Wanê bi dirûşma “Em di 1’ê Gulanê de bi hêvî, bi biryarî û bi berxwedanê li qadan bin” bê lidarxistin bangawaziya tevlîbûnê kir. 
 
Di encama polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê de li welat gelek qeyran hene, yek ji wan jî bêkarî û kedxwari ye. Karker bi boneya 1’ê Gulanê “Roja Karkerên Cihanê” îsal dîsa li kolanan cihê xwe bigirin û daxwaza maf, hiqûq û edaletê bikin û daxwazên xwe dubare bikin. Li Wanê bi pêşengiya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Platforma Şaxên Wanê, Koordînasyona Yekîtiya Odeyên Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) a Wanê, Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Odeya Tabîban a Wan-Colemêrgê û Odeya Tabîbên Kar a Wanê mitînga herêmî bê lidarxistin. Mitînga ku li Parka Mûsa Anter bê lidarxistin, bi şîara “Em di 1’ê Gulanê de bi hêvî, bi biryarî û bi berxwedanê li qadan bin” pêk bê. Kedkarên ku ji bo mitîngê bangawaziyê dikin, destnîşan kirin ku ew ê ji daxwazên xwe bi israr bin.
 
Rêvebera Şaxa Wanê ya Sendîkaya Kedkarên Gel a Şaxa Xizmeta Çandinî û Daristanan (Tarim Orkam Sen) Mizgîn Çelîk Tarhan, banga tevlîbûna mîtînga herêmê ya 1’ê Gulanê kir.
 
‘Ji bo maf, hiqûq û edaletê li qadan bin’
 
Mizgîn, diyar kir ku ew ji bo maf, hiqûq û edaletê ber bi 1’ê Gulanê ve diçin û bi lêv kir ku li welat li her qadê ked tê xwarin û got: “Ji cotkar, jin, biyaniyên heta welatiyên biyanî yên tên welat em di her wateyê de keda me tê xwarin” û anî ziman ku li dijî vê yekê ew ê li qadên 1”ê Gulanê qêrîna xwe bînin ziman. 
Mizgîn, da zanîn ku ew ê daxwazên xwe yên maf, hiqûq û edaletê li her derê bînin ziman û wiha domand: “Ji her kesî re heq, hiqûq û edalet. Em dibêjin êdî bes e. Em her roj hinekê din piçûktir dibin. Îro karmend nikarin tiştekî bikin. Ne di warê madî û ne jî di warê manewî de nikarin mezin bibin. Madiyat ji bo mirovan bûye celebek pirsgirêkek derûnî. Yek ji sedemên herî mezin ên tundiya li ser jinê aborî ye. Ev di gelek malbatan de tê jiyîn. Em li dijî vê yekê dibêjin êdî bes e. Bavê ku nikare kincên dibistanê ji zarokê xwe re bikire, întîxar dike. Çima ev diqewimin?  Çima welat ewqas biçûk dibe? Li welat çavkaniyên debarê hene. Welat welatekî mezin û bi hêz e. Em di her warî de welatekî bi hêz in. Dema ku em wek endezyarekî çandiniyê li çandiniyê dinêrin axên me yên pir dewlemend hene. Avahiyeke me ya pir xurt heye. Cotkarên me di vî warî de pir baş û têr in. Em wan ji cotkarekî li Ewropayê jêhatîtir dibînin. Ji ber ku em li qadan in û dibînin. Lê xelata vê berhemê nîne û di her qadê de wisa ye. Pirsgirêkên bijîjkan cuda ne, pirsgirêkên mamosteyan jî cuda ne. Em di her qadê de ji aliyê aborî ve her ku diçe biçûktir dibin. Bi vê boneyê em hemû gelê xwe vedixwînin 1’ê Gulanê. Em dibêjin em maf, hiqûq û edaletê dixwazin.”
 
‘Polîtîkayên şaş bûn sedema vê yekê’
 
Mizgîn, da zanîn ku sedema bingehîn a pirsgirêkên aborî û bêkariyê yên li Tirkiyeyê polîtîkayên desthilatdariya AKP’ê ye û wiha axivî: “Polîtîkayên şaş tên meşandin. Ez wek endezyar dikarim bibêjim ku di polîtîkayên çandiniyê de xeletiyên cidî hene. Û em di her warî de rastî heman xeletiyan tên. Divê ev bên sererastkirin. Kesên li wê kursiyê rûniştine pêwîste çareyekê ji vê pirsgirêkê re bibînin. Divê polîtîkayên çandiniyê bên guhertin. Divê polîtîkayên di warên din de bên guhertin. Ev bi vê awayî nayê meşandin. Em welat dibînin, em bi nav dibin. Ji bo ku ev polîtîka biguhere divê hikûmet hin tedbîran bigire û hin xebatan bike. Em ê vê yekê di 1’ê Gulanê de li qadan bînin ziman û daxwaz bikin.”
 
Banga ji bo mitîngê
 
Mizgîn, bal kişand ser mîtînga herêmî ya ku wê di 1’ê Gulanê de li Parka Mûsa Anter a bê lidarxistin û vê bangawaziyê kir: “Em bang li hemû gelê xwe dikin; di 1’ê Gulanê de em hemû bibêjin maf, hiqûq û edalet. Êdî bes e.”