Meheke ne av ne jî ceyran heye!

  • 09:02 14 Kanûn 2023
  • Jiyan
 
Rozerîn Gultekîn
 
AMED - Li taxa Sersiya ya Pîranê meheke welatî bê av û ceyran in. Welatiyan bertek nîşanê rewşê dan û gotin: “Ew çawa ji xwe re li dengan digerin em jî li mafê xwe digerin.”
 
Li navçeya Pîran a Amedê li taxa Sersiya ya ji 70 malî pêk tê bi hinceta parçeyekê trafoyê xerabe bûye, jê kirin birin û ev meheke neanîne. Ji ber vê welatî bê av û ceyran man. Welatiyan diyar kirin ku hewcedariya avê bi pergala dînamoyê peyda dikirin û ji ber vê niha bi rojane bê av in. Welatiyan gotin tu agahiyê jî nadin wan. Li taxê gelek nexweş û astengdar hene û pirsgirêk tên jiyîn.
 
Jinên li taxê dijîn derbarê tiştên dijîn de ji JINNEWS’ê re axivîn.
 
‘Qultek av tuneye'
 
Fatma Yaşar bertek nîşanê rewşê da û wiha got: “Ev rezîliye. Qultek av tune ceyran tuneye. Em nikarin xwarinê çêbikin. Nexweş hene. Em nizanin çima hatiye birîn jî. Gotin wê trafoyê şûnde bînin lê neanîn. Bila êdî ev pirsgirêk bê çareserkirin. Em nikarin serê xwe bişon. Wek demên berê em di deştan de serê xwe dişon. Hevjînê min nexweşe nav nivînan de ye. Li gund gelek nexweş hene. Erdogan dikare ceyrana xwe bibire gelo? Çi mafê wan heye ceyranê li ser me dibirin.”
 
 
‘Nexweşên girêdayê cîhazan hene’
 
Ayşe Ket jî bi lêv kir ku zarokên xwendekar hene û pirsgirêkên mezin dijîn. Ayşeyê wiha anî ziman: “Ev ne edelet e. Ez bang li her kesî dikim. Me bibînin. Ji ber em kurd in vê dikin. Li gund nexweş hene û yên girêdayê cîhazan hene. Ev dewlet ji bo çi heye gelo. Em li dengan bigerin em ê jî li mafên xwe bigerin. Jiyana me bi rezîlî derbas dibe.”
 
‘Kara dewletê ji me re tune zirara wan heye’
 
Hacîce Yaşar jî destnîşan kir ku ji bo hinek malan 25 hezar-35 hezar cezayê ceyranê hatiye birîn û nirxandina xwe wiha domand: “Em çûn navenda Pîranê me got trafoyê bînin. Lê gotin ji ber kaçaxiyê wê lê binêrin. Lê neanîn. Em nikarin jiyana xwe bidomînin. Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Em ceyrana xwe dixwazin. Kara dewletê ji me re tuneye. Cezayê wan heye.”
 
‘Barê jinan giran bû’
 
Gurbet Yaşar jî anî ziman ku li malê du astengdarên wan hene û wiha vegot: “Ji ber av û ceyran tuneye em wan li pişta xwe dikin û dibin cihê ku agir lê hatiye pêxistin. Bila êdî ev pirsgirêk çarser bibe. Barê jinan giran bûye. Ev meheke em di vê rewşê de ne.”
 
Gulsum Yaşar jî berteka xwe wiha vegot: “Me nanê xwe di firinê de çêdikir. Lê niha baran be jî divê em biçin tenûrê. Em di bin findê de xwarinê dixwin. Em xwarinê li ser agir çêdikin. Av tuneye. Em avê ji bîrê dikşînin.”