TEDAŞ'ê li Semsûrê ceyrana erdhejzedeyan birî!

  • 09:34 27 Kanûn 2023
  • Jiyan
 
Gulistan Gulmuş
 
SEMSÛR - TEDAŞ'ê li Semsûrê li herêmên AFAD lê tune ye ceyran qut kir. Ceyrana erdhejzedeyên di konteyniran de dimînin ên li Taxa Narlikuyuya yek ji vê herêmê ceyran hat qutkirin. Loma edhejzede ne dikarin xwe germ bikin ne jî dikarin nanê xwe çêbikin. 
 
Ji ber erdheja 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş 10 meh zêdetir derbas bû. Lê belê welatî hîn jî bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Bi taybet di warê ceyran, av, germbûn û cih de pirsgirêk hîn dewam dikin. TEDAŞ'ê li Semsûrê li herêmên AFAD lê tune ye ceyran qut kir. Ceyrana erdhejzedeyên di konteyniran de dimînin ên li Taxa Narlikuyuya yek ji vê herêmê ceyran hat qutkirin. Loma edhejzede ne dikarin xwe germ bikin ne jî dikarin nanê xwe çêbikin. Li ser vê yekê erdhejzedeyan gotin, "Em av, ceyran û cihê paqij dixwazin." 
 
'Ji ber ceyrana me tune ye em birçî dimînin'
 
Fadile Şêxbedreddin a ceyrana wê hatiye qutkirin da zanîn ev demeke dirêj e ava wan tune û ev demeke ceyrana wan jî hatiye qutkirin. Fadileyê da zanîn pêdiviya xwe ya avê bi şûşeyan ji cihên dûr digirin bi cih tînin û wiha got:"Me digot bila ava me hebe em ê îdare bikin. Niha em di demsala zivistanê de ne, ceyran tune ye, em li malê diqefilin. Ez nexweş im ji ber hewa sar e ez ditirsim ku derkevim derve. Hatin ceyrana me qut kirin. Em hewl didin bi agir xwe germ bikin em rêyên dinê diceribînin em dikavin nav livînên xwe lê nabe. Ji ber ceyrana me tune ye em carinan birçî dimînin. Carinan em li ser agir xwarina xwe çêdikên lê belê ji ber êzing şil dibe loma jî naşewite em dîsa birçî dimînin. Em dixwazin av ceyran û cihekî paqij ê em lê bimînin hebin." Fadileyê da zanîn ji ber şer ew ji Sûriyeyê hatine û wiha got:"Li vir bûyera erdhejê hat serê me. Em li vir wekî jin dimînin û kesekî me yê bixebite tune ye. Ez jî ji ber nikarim bixebitim ez nikarim debara xwe bikim."
 
'Em hewl didin bi betaniyan xwe germ bikin'
 
Ane Assellum a penaber da zanîn hevjînê wê ji ber nexweş e nikare bixebite û wiha got:"4 zarokên min hene. Hevjînê min bi nexweşiya dil e û 3 meh in naxebite, her tim ne di wê rewşê de ye ku bixebite. Ji ber ceyran qut bû û ji ber sobe jî tune ye zarok nexweş ketin. 3 meh in ava me jî tune ye. Kes qebûl nake ku avê bide me. Em nikarin avê ji wan bigirin. Ji bo jiyan gelekî dijwar e. Ez dixwazim alîkariya me bikin, ez jiyaneke xweş û baş dixwazim ne ji bo xwe ji bo zarokên xwe dixwazim. Zaroka min a herî mezin 7 salî ye. 4 zarokên min hene û ez nizanim ez ê ji ku de lê binêrim. Sobeya me tune ye em hewl didin bi betaniyan xwe germ bikin. Bi vî hawî jî têra me nake."
 
'Cihekî ku em pê de herin tune ye'
 
Hatice Acioglan diyar kir ev demeke dirêj e bi pirsgirêka avê re rû bi rû dimînin û wiha pê de çû:"Em agir vêdixin û hewl didin xwe germ bikin. Av dihat qutkirin bi ser de jî ceyranê qut dikin. Gelo em ê xwarinê çêbikin, zarokan germ bikin an em ê xwe germ bikin ? Em di nava rewşeke pir zehmet de ne. Tiştekî em li xwe bikin tune ye. Her kes sermayê digirin, her kes ji ber serma digirîn. Li vir em agir vêdixên û hewl didin xwe germ bikin. Her kes ji bo xwe germ bike tiştekî li xwe digerîne. Ev du roj in em di vê rewşê de ne, tu dibêje qey nêviyê emrê me çûye. Cihekî em pê de herin jî tune ye. Gotin em ê we ji vir jî rakin. Em ketin nava rewşeke gelekî zehmet. Li vir gelek zarok sêwî ne, neviyê min jî sêwî ye. Hevjînê min jî mir. Ji ber rewşa me ya aboriyê ne baş e tiştekî ji destên me bê jî tune ye. Hema nebe herkê tupek bidana malekê em ê bi wê germ bibana û me yê xwarina xwe pê çêbikira. Em li vir wiha dijîn."
 
'Av û ceyran tune ye zarok giş nexweş in'
 
Hacer Îşleş jî da zanîn ji ber qutkirina ceyranê ew rojên zehmet dibînin û wiha got:"Ji bo em telefona xwe şarj bikin em çûn cem dikandar. Av û ceyran tune ye zarok giş nexweş in. Her tişt gelekî zor e. Ne sobeya me ne jî tiştekî me tune ye. Em bi betaniyan xwe germ dikin. Em xwarina xwse li ser agir çêdikin. Ji ber kar jî tune ye em nikarin debara xwe bikin. Pêdiviyên zarokan ên mîna mont û lixwekirinê hene."