Semsûrî ne ji bo demekî, çareseriyeke mayînde dixwazin

  • 09:03 4 Çile 2024
  • Jiyan
 
Gulistan Gulmuş 
 
SEMSÛR - Li Semsûrê ku ji ber erdhejê xisareke mezin pêk hat, hê jî pêdiviyên bingehîn nayên bicihanîn, jinan destnîşan kirin ku şaredarî di dema erdhejê de erkên xwe bi cih neaniye û divê rêveberiya nû ya ku dê di hilbijartinên herêmî de pêk were, zêdetir girîngiyê bide pirsgirêkên gel.
 
Di 6'ê Sibata 2023'yan de li Mereşê erdhej çêbû û bandorê li 11 bajaran kir. Salek bi ser erdhejê re derbas bû.  wêraniyeke mezin derbas bû, lê dîsan jî di warê dabînkirina hewcedariyên sereke û bi taybetî hewcedariya bi stargehê de li herêmên erdhejzedeyê pirsgirêk hene. Çend salek jî derbas bibe jî heta niha gelek pirsgirêkên mexdûrên erdhejê nehatin çareserkirin. Bi zivistanê re jî bêtir jiyan zehmet dibe.
 
Li Semsûrê pirsgirêkên welatiyan nayên çareserkirin. Niha jî li bajêr pirsgirêka ceryan û avê didome. Hêj jî avahiyên ku xeter nehatin hilweşandin. Jinên li Semsûrê dijîn ji ajansa me re axivîn û bal kişandin ser pirsgirêkên xwe. 
 
'Tenê rojnameger ji rewşa me agahdar e'
 
Bedriye Ozdemîr, behsa rewşa xwe kir û got: "Heta îro jî tu alîkariyek negirtine. Kesek nedizanî ku Semsûr ketiye vî halî. Parlamenter û şaredar çend dizanin rewş wisa ye jî rojekî telefon venekirin û pirs nekirin. Tenê rojnameger ji rewşa me agahdar in. Dema erdhejê ez li vir bûm, keça min di bin kavilan de ma û me bi zorê bi derfetên xwe ji mirinê rizgar kir. Ji tu deverê alîkariyek ji bo Semsûrê nehat. Ji bo derxistina mirovan a di bin kavilan de jî me tu helwestek jî nedît. Li gundan kanî heye û welatî ligor derfetên xwe av ji xwe dianîn. Nan tunebû. Ji bajarên cuda ji me re nan anîn. Niha gelek kes di konteyneran de dimînin lê hej jî em pirsgirêka avê dijîn. Bêtir rewşa jinan xirab e û di şert û mercên ne baş de dijîn."
 
Av şêlû tê û zarok jî nexweş dikevin 
 
Bedriye, da zanîn ku di hilbijartina herêmî de banga çareserkirina avê kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha ava ku tê jî şêlûye ji ber vê jî zarokên me nexweş dikevin. Xaniyê me jî zirar dît û em ditirsin ku bikevin xaniyê xwe. Em ê di hilbijartina giştî de bêjin kesên ku me nafikirin em jî wan nafikirin. 5 sal in me ji şaredar tiştek nedît, kesên ku dê bibin şaredar divê eleqeyê nîşanî her derê bide. Armanc bila rûniştina li ser koltuxan nebe. Em hêvî dikin ku kesên ku bên hilbijartin pirsgirêkan çareser bike." 
 
Konteyner tijê av bûn
 
Berfîn Analp demek e li Semsûrê dijî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez demek li Semsûrê mam û li vir mexdûrên erdhejê di nava şert û mercên xirab de hewl dan ku jiyana xwe bidomînin. Ji ber demsalê jiyan bêtir zehmet dibe. Bêtir jî ev tişt bandorê li jinan dike. Ji ber baranê konteyner tijê av bûn. Li vir jî cudakariyê dixin nava welatiyan. Şaredarî piştî erdhejê xebateke qels da meşandin. Ji bilî qadên jiyanê yên bi ser AFAD’ê av û ceryan hatin birîn."
 
Xaniyên xisar ditî de dijîn
 
Berfîn, da zanîn ku hêjî xebatên hilweşandinê kêm in û gelek kes neçar dimînin ku xaniyên xwe yên xisar ditîde bijîn û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Avahiya ku nêzî qada me ye piştî 10 û 11 meh şûnde kavilên wê hatin komkirin. Heke dixwazin bajar carek din avabikin divê zûtir wan kavilan ji holê rakin. Di vî warî de xebat gelek qels in. Li gorî min di xebatan de jî cudarî tên kirin. Rojên borî ceyran û ava taxa Narlikuyuyê hatin birîn. Ev tişt qadên ku ne bi ser AFAD'ê be tên kirin. Çend dem derbas bûye jî hêj jî welatî di sir û sermayê de hewl didin jiyana xwe bidomînin." 
 
Ji bo jin û zarokên keç qadên taybet 
 
Berfîn, di dawiya axaftina xwe de wiha bal kişand ser hilbijartina herêmî: "Em dixwazin ku bajar ji nûve bê avakirin. Niha qadên taybet ên kesan nîne û ji ber vê jî herî zêde jin û zarokên keç mexdûr dibin. Mêr bi awayekî qadên civakî ji xwe dibînin, lê ji bo jin û zarokên keç ne wisa ye. Mahremiyet û cihên wisa bi rihetî rûnên nîne."
 
Birinç kurmî bûne 
 
Seren Aran jî da zanîn ku piştî erdhejê ji rêveberiyê herêmî alîkariyek negirtine û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Heke pêdiwiyên xwe yên bingehîn pêk neynîn dê nexweş bikevin. Di konteyneran de xwarin, cil û berg nîne. Gelek welatî hêj di konan de dijîn. Tenê birinç û marqarna didin û ev jî gelek caran kurmî ne. Ev tişt ne çareseriyê. Derfet nîne ku di konteyneran de sobê bê danîn. Her wiha ne dar û ne jî komir heye. Tenê sobê ceyranê dane ewqas. Dema ceyran jî tê qutkirin em di nav sermayê de dimînin. Em ditirsin ku biçin xaniyên xwe."
 
Hilweşandineke bê ewle
 
Esma Aleyna Demîr, daxuyand ku hêjî li Semsûrê gelek avahî nehatine hilweşandin û got: "Ev tişt mirovan pir ditirsîne. Her wiha gelek avahî bê ewlehî tên hilweşandin. Li Semsûrê her erd diheje. Kesên ku avahiyan hildiweşînin ne zanyar in. Beyî ku li derdora xwe binêrin avahiyan xira dikin. Hewl didin ku karê bi erzanî çêkin. Em dema li ber wan avahiyan derbas dibin tirsin."
 
'3 hezar alîkarî didin lê kirê 15 hezar e'
 
Esma, da zanîn ku piştî zêdebûna kirayan welatî serî li konteyneran da lê nedan gelek kesan û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Alîkariya kira hat dayîn lê piştî demekî têr nekir. 3 hezar TL alîkariya kira hat dayîn lê kire jî 12, 15 û 18 hezar e. Bi vî rengî alîkariya kirê têr nake. Piştî demekî welatî hewldan ku biçin konteyneran lê dewlet li dijî vê yekê derket. Mayîna konteyneran hinek baştir e. Em hêvî dikin ku di hilbijartina herêmî de ji bo Semsûrê xebatek bê kirin û Semsûr bibe wekî berê."