Li gundê Kakber 12 sal in av, ceyran û rê tune ye

  • 09:02 10 Çile 2024
  • Jiyan
 
Rozerîn Gultekîn
 
DÊRSÎM - Gundê Kakber di qirkirina 38 û salên 90’î de bi giştî du caran hat valakirin. Welatiyan diyar kir k 12 sale av, ceyran û riya gund tuneye û wiha gotin: “Em surgunkrin, qirkirin lê me tu carî dest ji axa xwe berneda.”
 
Di Dêrsîmê di navbera sala 1937-38’an de qirkirin pêk hat û di ser de 86 sal der bas bû. Li gorî daneyên fermî 13 hezar û 160, li gorî daneyên ne fermî jî 70 hezar mirov hatin qetilkirin û bi polîtîkayên surgun û asîmîlasyonê re hatin rû hev. Li Dêrsîmê di salên 90’î de jî  ji nû ve polîtîka koçberkirinê kirin dewrê. Li Dêrsîmê di navbrea 1994-95’an de gundê Kakber a Pulur a Dêrsîmê hat valakirin. Gundê Kakber du caran hat valakirin û beşek gundiyan çûn gundê Kizik a Pulurê. 
 
Di 2012’yan de tevî qedexera bûn jî ev 12 sale av, ceyran riya gund tuneye. Gundiyên koçî Kizika bûn û dixwazin vegerin Kakber ji ajansa me re axivîn.
 
Guler Aslan tiştên der barê komkujiyê de ku malbata wê şahidi kiriye vegot û wiha pê de çû: “Ji tirsan zarokên xwe girtine avêtine avê. Xwişka min ya 3 salî ji bo avê giriyaye û ji ber deng neçe leşkeran kesên ligel wê ew fetisandine. Xezurê min bi xizmên wî re birine û li Karagolanê bi guleyan ew qetil kirine. Ez kîjanê bêjim? Xesuya min behs dikir, hemû li cihekî kom kirine û zarokên xwe di hembêza xwe de kom kiriye, ku gule bê bila li wê bikeve.”
 
‘Em bi hesreta axa xwe dijîn' 
 
Gulerê destnîşan kir ku malbata wê surgunê Balikesîrê hatiye krin û ew jî di 1944’an de li surgunê hatiye dinê. Gulerê ev tişt anî ziman: “Piştî qedexe rabûn 9 sal şûnd em hatin Kakberê. Me di şertên zehmet de xanî çêkirin. Lê cara duyemîn em surgun kirin. Di 38’an de bi hinceta ‘leşkeriyê nakin serî hildidin’ hatin qetilkirin û cara duyemîn jî gotin ‘anarşîst hene’ û surgun kirin. Hevjînê min 38 jiyan û di surguna duyemîn de ji me bêtir bandor bû. Çi sûcê me heye gelo? Li Kakberê qedexe rabû me xanî çêkir lê niha ji ber zivistane em nikarin biçin. Ji ber rê, av û ceyran tuneye. Em havînan dikarin biçin. Em hesretê axa xwe ne. Ez dixwazim vegerim Kakberê. Em surgunkirin, em qirkirin. Lê me dest ji axa xwe zimanê xwe berneda.”
 
‘Leşkeran gund bombebaran kirin’
 
Ane Guneş jî diyar kir ku piştî qirkirina 38’an şûnde di surgunê de li  Kayseriyê hatiye dinê. Anne diyar kir bi salan li Kayseriyê jiyane û piştre hatine Xozatê û wiha vegot: “Em gund bi gund geriyan û vegeriyan Kakberê. Li wir me surguna duyem jiya. Gotin ‘ji vir derkevin em dişewitînin. Şoreşger tên vir, hûn alîkariyê didin wan.’Me alavên xwe girtin em derketin. Leşkeran gund şewitand bombebaran kirin. Piştî Kakber şewitandin em hatin vir.”
 
Ane di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku tevî hemû surgun, qetilkirin û qirkirinan dest ji gundê xwe bernedane û di her derfetê de riya wan carek din bi Kakberê dikeve. Ane anî ziman ku ew dixwazin vegerin gundê xwe û li wir bijîn û got: “Li Kakber ne av ne ceyran ne rê heye. Dibên wê bînin lê naynin. Mirov ji ber vê nikarin biçin. Dewlet dixwaze Elewiyan tune bike.”