Krîza aborî bandor li her qada jiyanê kiriye

  • 09:03 31 Adar 2024
  • Ked/Aborî
 
QERS - Hacerê da zanîn ku xwedîkirina kazên ku çavkaniya debara wê bûye, piştî 25 salan şûnde ji ber bandora krîza aborî neçar maye dest jê berde û got: “Êmê wan pir zêde biha bûn. Em nikarin xwedî bikin.”
 
Di encama polîtîkayên şer yên desthilatdariya AKP’ê de krîza aborî her çû mezin bû û yên herî zêde mexdur bûne jin in. Krîzê li herêmê çandinî û sewalkarî qedand û welatiyên debara xwe bi çandinî û sewlakariyê dikirin li dijî enflasyona bilind têbikoşin. Yek ji çavkaniya debarê ya esas a Qersê gîhandin akazan e. Lê ji ber krîza aborî hatiye asta tunebûnê. Hacer Yurullî ku 25 sale kazan xwedî dike, ji ber van sedeman dest ji karê xwe berdide.
 
Dest ji kare xwe yê 25 salan berda
 
Hacarê da zanîn ku 25 salan li taxa xwe kaz xwedî kiriye û ji ber bihabûna êm di 2022’yan de kare wan hatiye asta tunebûnê û neçar mane dest jê berdin. Hacerê wiha got: “Em neçar man dest ji xwedîkirina kazan berdin. Êm pir bihabû. Em pêvajoya pandemiyê de hatin vê astê. Me nikaribû êm bigirin. Li der dora mala me qadên vala hebûn şîn bûn, kaz diçêriyan. Lê ev qad jî her çûn kêm bûn. Bûn beton. Cihê kazan neman ku biçêrin.”
 
Dema hêkan û qurpketinê
 
Hacarê bi kurtasî wiha behsa xwedîkirina kazan kir: “Kaz dawiya meha sibatê de hêkan dikin. Me wê demê danekê ceh, danekê nan didayê. Ji ber dema me ceh didanê kaşilê hêkên wan hişk dibûn û çîvik nikaribûn ji hikê derkevin. Kaz du rojan carê hêkan dike. Mehekê ev didome. Piştre pêvajoya qurpbûnê destpê dike. Mehekê didome. Roja çîvik ji hêkê dertê tiştekî nayê dayîn. Du roj şûnde şîr û piştre êm û şîr tê dayîn. Piştî hinek mezin dibe êm dixwin.”
 
‘Qadên şîn kêm bû, êm zêde biha bûn’
 
Hacerê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Salên ewil dema me dest bi vî karî kir hatina me baş bû. Lê slaên dawî de ji ber krîza aborî û ji ber her der bûn beton em ketin zehmetiyê. Kara me tunebû. Qadeke ku kaz biçin biçêrin tunebû. Hem êm biha bû hem qadên şîn kêm bûn. Xwedîkirina kazan pir zehmete. Barê me roj bi roj giran bû. Ji ber krîzê em neçar man dest jê berdin.”