Di 3 mehan de 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan

  • 13:54 14 Nîsan 2024
  • Ked/Aborî
 
STENBOL - Li gorî rapora Meclisa ÎSÎG’ê, di sê mehên ewil ên îsal de herî kêm 425 karkeran jiyana xwe ji dest dan. 
 
Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) “Rapora Cînayetên Kar a Sê Mehên Ewil ên Sala 2024’an” eşkere kir. Li gorî raporê di meha çileyê de 161, di sibatê de 149 û di adarê de 115 û bi giştî herî kêm 425 karkeran di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan. Di raporê de hat destnîşankirin ku herî zêde li Stenbolê cînayetên kar çêbûne. Li gorî vê yekê; li Stenbolê 70, li Îzmîrê 33, li Konyayê 20, li Rihayê 18, li Bursayê 18 û li Dîlokê jî 18 karkeran jiyana xwe ji dest dane. 
 
Hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dayîn 13 jê jin, 16 jê zarok û 9 jî penaber in. Di heman demê de hat gotin ku ji karkeran 105 jê ji sektora înşaet û rê,  58 jê ji sektora veguhestinê, 39 jê ji sektora daristan û çandiniyê, 31 jê ji sektora metalê û 27 jê ji sektora hewînê ne.