Rêgeza hevjiyana azad

  • 09:04 5 Nîsan 2024
  • Nîqaşên Jineolojiyê
 
"Têkiliyê hevaltiyê û hevaltî taybetiya evîna kolektîf dihewîne. Avabûna hevjiyana azad, yekîtiya wateyên mezin a ji têkiliyên baviksalar û zayendperestî wêdetir e. Teoriya evînê ye. Xwedî perspektîfeke berfireh e. Xebatên fikrî û perwerdehiyê yên hevjiyana azad ava dike pêk tîne."
 
Nagîhan Akarsel
 
Guherîna jin û mêr di têkoşîna dijîn de, hîmê rêgeza hevjiyana azad ava dike. Jin di esasa xwebûnê de formên îdeolojîk ku rêxistinê ava dike ye. Hewldana mêr a di mijara mêrtiya heyî bikuje de hîmê rêgeza  hevjiyana azad e. Teoriya qutbûnê ji bo hevjiyana azad e. Ji bo têkiliyek rast, baş û xweş ji aliyên hegemonîk bê paqaijkirin, divê hîmên azadî, xweserî û wekheviyê bê avakirin. Nasnameyên jin û mêr ji nû ve hatine venasîn. Abdullah Ocalan dibêje: “Dema em dibêjin hevjiyana azad, ez behsa têkiliyek jin-mêr a klasîk an jî têkilkiyeke zewacê nakim. Hevjiyana azad a behsa wê dikim, jiyaneke bi her alî ji nûve di esasa azadî û wekheviyê de tê avakirinê ye. Mirovên bê war û bê dem an jî civak tune ye. Li gorî vê divê jin û mêr bi hev re cih û demê azad bikin ku li ser wê evîn û hezkirin şîn bibe.”
 
“Bi jinê re jiyaneke rast û xweş bi ser nekeve, wê civaka sosyalîst jî bi ser nekeve.’(Abdullah Ocalan nîşeyên Îmraliyê ). Di vî  alî de wek zanista hevjiyana azad jineolojî di heman demê de dibe zanista xwe dispêre hîmên zanistî û felsefî ya der barê têkiliya navbera jin û mêr de. Ji bo jin û mêr xwe bigihînin lihevkirinek kûr, divê teoriya evînê ya têgehên evîna kolektîf, evîna platonik, sosylolojiya evînê dihewîne, vebêje. (Abdullah Ocalan). Ev ji ber bi tena serê xwe mijareke nivîsê ye bi kurtasî li ser vê bê sekinandin baş e. Evîna kolektîf wek Zeryanê vegotiye;aliyê evînê yê civakî, ger evîna platonik be ev bihevrebûna fîzîkî ya du mirovan derbas dibe û aliyê felsefîk ê evînê ye. Bi Platon bê zanîn jî ev îfadekirin evînê ya Dîotîman e.Wek tê zanîn ji dûr ve bi veşartî hezkirina kesekî nîne. Ji hezkirineke bedene wêdetir, hezkirina zanîn, çalakî û fikr e. Çavkaniya ku rêgezên etîk û estetîkê lê şênber dibe ye.
 
Encam
 
Ji çanda serdestî û koletiyê ku deshtilatdarî xwe ji ser van xwedî dike, dûr ketin hewldaneke pir alî dixwaze. Ji zayendê bigirin heta zewacê ji malbatê bigirin heta hevaltiyê ji polîtîkayên beden bigirin heta polîtîkayên nivîsê di her mijarê de hewcedarî bi nirxandin û veguhertinê heye. Divê çareserkirinên zanistî û felsefîk bi jineolojiyê bên avakirin, demografî di esasa azadiya jinê de bê avakirin. Di vî alî de di têkoşîna azadiya Kurdistanê de, divê formên têkiliya azad ên terza têkiliya kevneşopî û modern derbas dibe bê pêşxistin, ev di esasa azadiya jinê de pêş dikeve. Bi jina ku xwebûn bi ser xistiye re, wek îmgeya prometheus, çandeke zayendî ya nû diafirîne. Bayê azadiyê yê gerdûnê yê bi nêrîneke mezinahiya hestan bicih dibe. Ji têkiliyên ku bûne mulk wêdetir, çandeke ku ji têkoşînê hêzê digire û xwe dispêre azadiyê ava dike. Bi hişmendiya ku zayend paradîgmayeke her qada jiyanê xweşkirinê esas digire û feraseteke hezkirinê ya wisa dertê holê. Jinên ji hezkirinê natirsin, mêrên hezkirinê nizanin perwerde dikin. Nifşên ku çima hez dikin, wê çawa hez bikin û çawa bijîn lêpirsîn dikin tên gihandin.
 
Enerjiya di xeleta sûc, tabu, gûneh de difetise, ji bo serkeftinê têkoşînek mezin dide. Ev têkoşîneke biryarbûna Sema Yuce ya ‘Min hemû hêza xwestekên beşerî dîtin û bi ser ketim. Daxwaza min a jina azad û jiyana azad vê dide ber  min’  ye. Bi hişmendiya ku aliyên hestî, fîzîkî ya xwestekê heye, li dijî zayenda veguheriye bazirganiyê, zayendeke girêdayî meşa bi heybet e. (Abdullah Ocalan). Hêza zayenda hestî tê kifşkirin. Têgehên evîna platonik û azad pîvanên zanistî û felsefîk ên vê ne. Bicihkirina zayendî ya di nirxên etîk-estetîk ên civaka polîtîk exlaqî de, di tehma helbestê de afirandine.Yekbûna fikr û ramanê têkoşîna jiyanek watedar, berhemên wêjeyî ne. Yên vê nakin ên di kesaya xwe de vê hêzê nabînin, ji têkoşînê qut dibin an jî bi awayekî cuda tevlibûna xwe diyar dike.
 
Sazî û rêxistinbûnên vê teşeyê têkiliya nû jî piştgiriyê didin vê. Hevserokatiya di navbera jin û mêr de tê avakirin pergala vê ye. Têkiliyê hevaltiyê û hevaltî taybetiya evîna kolektîf dihewîne. Avabûna hevjiyana azad, yekîtiya wateyên mezin a ji têkiliyên baviksalar û zayendperestî wêdetir e. Teoriya evînê ye. Xwedî perspektîfeke berfireh e. Xebatên fikrî û perwerdehiyê yên hevjiyana azad ava dike pêk tîne. Di serî de ji bo zarokên keç ji bo hemû zarokan perwerde tê dayîn. Ev hemû ne utopya ne, bi şerekî mezin tê afirandin û jiyîn. Ji çanda hegemonîk dûrketin û di esasa azadiya zayendan de hatina gel hev. Gavên vê di serî de di şoreşa Rojava de li her derê cîhanê dikevin jiyanê.
 
Ev nivîs ji hejmara 24’an a mijara dosyaya ‘Zayendî: Ji pîroziyê ber bi îdeolojiya desthilatdariyê ve’  ya kovara Jîneolojiyê hatiye girtin.