Di Radyoya Êrîvanê de dengê Fatma Îsa

  • 09:04 15 Çile 2024
  • Portre
NAVENDA NÛÇEYAN - Fatma Îsa bi yek carê di Radyoya Êrîvanê de distrê û careke din jî nastrê. Lê ev car têra wê dike ku ji aliyê hemû kurdan ve bê nasîn. Fatma bi 5 kilamên qeydkirî îro di nav nemiran cihê xwe digire. 
 
Radyoya Êrîvanê ji bo ku bibe dengê êş û kederên kurdan, bikaribe serpêhatî û çîrokên wan bîne ziman, xwedî cih û taybetmendiyek bû. Klam û muzîka kurdî bi rêya radyoya Êrîvanê xwe gihand her çar perçeyên Kurdistanê û dibû mêvanê her şevbêrkeke malên kurdan. Radiyoya Êrîvanê ji bo Gelê Kurd û bi taybetî jî ji bo jinên kurd wek rihek efsûnî bû.
 
Helbet Radyoya Êrîvanê ji bo jinên kurd hîn cûda û li xwedî girîngiyê bû. Jin bi rêya dengbêjiyê xwe pênase dikir, êşên xwe vedigot. A herî girîng jî dengbêjên jin sînor û dîwarên ku li pêşiya wan hatibûn lêkirin, hildiweşand. Jin ji nav sînorên malê derketin. Yek jî wan dengbêjan Fatma Îsa ye û em ê jiyana Fatma Îsa ya ku di dîroka kurd de bûye xwedî cihek girîng, bînin ziman. 
 
Koçberiya di temenê biçûk de 
 
Fatma Îsa 1934’an li gundê Erezgin ê Azerbaycanê di nava malbatek xwedî çanda kurdewariyê de hatiye dinê. Di temenê sê salî de malbata wê ji Azarbaycanê koçî Ermenistanê kiriye û li gundê Hamzalî yê Ermenistanê bi cih bûye. Malbata Fatmayê jî weke perkirenga zozanan gelek war guherîne lê tiştek ji bîra xwe ya civakî kêm nekirine û bi tevahî bi xwe re gerandine. 
 
Rêwitiya ber bi kilam gotinê... 
 
Fatma jî 14 salî bi zora malbatê tê zewicandin. Zoriyên zewaca temenê biçûk û penaberî hîn zêdetir hêzê dide dengê wê yê zelal û ber bi rêwîtiya dengbêjiyê ve diherikîne.  Bêyî xwendina dibistana muzîkê bi xwe distire û dengê xwe perwerde dike. Bi hewldanên Fatmayê dengê wê yê zelal tê bihîstin û navdar dibe. Ji ber ku wê demê stranbêjiya jinan guneh dihat dîtin, Fatmayê tenê di nava dîwanên jinan de stran gotine. Dengê Fatmayê bi roj jî dibû mijara axaftinê ji bo jinan û timî ji hev re qala dengê wê dikirin. Di sala 1972’an de xebatkarên Radyoya Êrîvanê hewl didan jinên stranbêj bibînin û dengê wan di radyoyê de biweşînin. Dengbêj Fatma jî dema dibihîse lêgerînek wiha heye, bi rêya birayê xwe hewl dide xwe digihîne radyoyê. 
 
'Hatin guhdariya min kirin'
 
Fatma Îsa di roportajekê xwe de wiha qala wan roja dike; “Ew jinên kurd ku wê demê di radyoya Êrîvanê de stran digotin, jinên dengbêj yên wek Sûsika Simo, Zadina Şekir û hwd. ji kurdên êzîdî bûn. Lê, ji bo ku dengê hemû jinên kurd, bi taybetî jinên kurd ên sunî jî bê naskirin û bihîstin, lêkolînek dihat lidarxistin. Ji ber vê yekê, wê demê hatin gundê me jî; ji xwe wê demê temenê min jî pêşve çûbû. Birayê min ji xebatkarên radyoyê pêşniyar kiribû ku bên û min jî guhdarî bikin. Ew jî vê pêşniyara birayê min dipejirînin û piştî demeke kin hatin û ez guhdar kirim. Min çend stranên klasîk gotin. Wan ez guhdarî kirim û pir keyxweş bûn. Rojên paşî wan ez birim redaksiyona radyoyê.”  
 
Dest bi klam gotinê dike 'Dê Miho...'
 
Piştî ku wê dibin radyoyê, dengê wê li berpirsyarê radyoyê Xelîl Muradov didin guhdar kirin. Dengê Fatma Îsa pir xweşa wî diçe. Fatma Îsa di redeksiyonê de dest bi gotina kilamên xwe dike: Klamên wek “De Miho”, “Dîna min”, “Şerê rêya beşer”, “Gedê Mîrzo”, “Dervêşê Evdî û hwd. dibêje. Hemû stran û klamên ku ew dixwîne tên tomar kirin. Bi taybetî jî klama “De Miho” ji bo Gelê Kurd xwedî cihek cûda ye û di dilê wan de cihekî girîng digire.
 
Ligel nerazîbûna malbatê û astengiyên wan ên li pêşiya Fatmayê jî xebatkarên radyoyê bi zorê be jî 5 klamên Fatmayê bi dengê wê yê zîz tomar dikin û bi vî rengî ev deng nemir dibe. Jixwe Fatma Îsa vê klamê tenê carekê di radyoyê de dibêje û careke din jî nabêje, lê tenê carekê anîna ziman a vê klamê têra wê kiribû. Her çiqas Fatma Îsa careke din di radyoyê de klam negotibin jî, lê di şahiyên zozanan de, dawet û civatan de klamên xwe gotin.
 
Carekdin koçber bû 
 
Piştî belavbûna Sovyetê careke din Fatma li gel malbata xwe ji Ermenistanê jî tê koçberkirin. Wê demê Fatma û malbata xwe jî di navê de 50 hezar kurd ji Ermenistanê sirgûnî herêma Krasnodarê dibin. Di nav gel de Fatma xwedî ciheke girîng ê rêzdariyê bû.
 
Bi klama 'De Miho' hat definkirin
 
Fatmaya ku di 15'ê Çileya 2010'an de li herêma Krasnodar a Moskowayê ya ku li sirgûnê dijiya jiyana xwe ji dest da, dengekî mezin li pey xwe hişt. Bi tevlîbûna nûnerên saziyên Kurd li Krasnodarê ji aliyê girseyeke qelebalix ve hate definkirin. Di merasîma cenaze de rêza "De Miho" ya ku bûye sembola Fatmayê ji aliyê dengbêjan ve hat gotin. Fatmaya deng û mîraseke ku nayê jibîrkirin li pey xwe hişt.