Evîn Buldan: Divê em zimanê kurdî biparêzin

  • 09:03 1 Nîsan 2024
  • Portre
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Evîn Buldan, ji sekna xwe ya kurdewar û axaftina bi kurdî tu carî tawiz neda. Bi pênûsa xwe bû şopdara heqîqetê. Rêhevala Evînê Rojnameger Munevver Karademir behsa Evînê kir. 
 
Edîtora rojnameya Rojeva Medyayê Evîn Buldan di hevpeyvînek xwe de armanca têkoşîna xwe ya heqîqetê wiha anîbû ziman: “Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn bi tirkî. Lê em neçarin zimanê kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin em ê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.”
 
Evîna ku bi pênûsa xwe bû şopdara Gurbetelliyê û di 7'ê Cotmeha 2016'an de hest û ramanê xwe wiha diyar kiribû: "Gubetellî ji bo rojnamegerên kurd mirasek hişt û nîşanî me da ku divê em di rojên dijwar de çawa li ber xwe bidin. Gurbetellî di heman demê de nîşanî me da ku rastî di tariyê de namîne û ber xwedaneke mezin tê dayîn. Em ê jî pênûsa Gurbetellî li erdê nehêlin û tu hêz nikare li dijî pênûsa ku heqîqetê dinivîse bibe asteng."
 
Evîn çavkaniya moralê bû
 
Evîn, yek ji edîtorên Rojnameya Rojeva Medya ya ku bi KHK'yê hatiye girtin bû. Di 2’yê Nîsana 2017’an de li ber deriyê mala xwe ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da. Evîna 27 salî, şahidiya sirgun, komkujî, zext, zordarî û berxwedanê kiribû. Bi dilgermî, dilnizmî, sadebûn û mutewazîbûna xwe dihat nasîn. Di her şert û mercan de tu carî coş û heyecana xwe winda nekir. Her tim ji derdora xwe re dibû çavkaniya moralê. 
 
Cih û warê xwe terk kirin 
 
Malbata Evînê di sala 1988’an de, ji Herêma Federal a Kurdistanê ji ber zilma rejima Baase neçar dimînin ku cih û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin gundê Buryê yê girêdayî Oremar yê Gevera Colemêrgê. Li vir bi cih dibin. Evîn li vir tê dinê. Di sala 1994’an de malbata Evînê ji ber zext û zordariya dewletê neçar dimînin ku carek din berê xwe bidin Herêma Federal a Kurdistanê. Malbat piştî 13 rojan xwe dighîne Wargeha Penaber a li Geliyê Qiyametê ye. Malbata Evînê 8 wargeh diguherîne û herî dawiyê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi cih dibin.
 
Jiyana penabertî û ked...
 
Evînê ji zarokatiya xwe de her tim bi zor û zehmetiyê re rûbirû mabû lê tu carî hêviya xwe ji jiyanê qût nekiribû. Evîn di nava jiyana penabertiyê de fêrî kedê bibû. Girêdana wê ya bi rêxistin û hesasiyeta wê di warê kurd û Kurdistanê de pir zêde bû. Evîn dixest ku li welatekî azad nûçegîhaniyê bike û ev xeyala wê bû. Ji hevalên xwe re digot: "Belkî ez ê vê nebînim lê yên ku li pişt min bimînin ew ê bibînin."
 
Rojnamegeriya bi zimanê dayikê
  
Evînê perwerdeya xwe li wargehê didomîne û piştre jî derbasî zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê dibe. Li zanîngehê beşa radyo û televîzyonê diqedîne. Di sala 2011’an berê xwe dide cih û warê ku lê hatî dinê. Evîn li Amedê li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike. Ji bo Evînê rojnamegeriya bi zimanê dayikê tişta herî esasî bû. 
 
Newroza 2017'an...
 
Evîna ku ji sekna xwe ya kurdewar û axaftina bi kurdî tu carî tawiz neda her tim di vî milî de hesas tevgeriya Evîn ji bo şopandina Newroza sala 2017’an berê xwe da Qada Newrozê ya Amedê. Wênekeşa di stûyê wê de, dest û tiliyên wê bi hine wêneya wê yê dawîn ê şopandina nûçeyê bû.
 
Rojnameger Munevver Karademir a ku bi rojnameger Evîn Buldan re xebitiye bal kişand ser hevaltî û xebata bi Evînê re û wiha got:"Mirov dikare bêje ji bo çapemeniya kurd, ji bo çapemeniya azad Evîn windahiyeke mezin bû. Ew dilê wê yê mezin û fireh têra her kesî dikir. Lê mixabin dilê wê yê têra her kesî dikir têra wê nekir û zû ji nava me koç kir. Lê belê wê bibîranîna Evînê her tim di dilê me de be. Ew ê her di dilê me de bijî.”
 
‘Evînê xwedî hişmendiyeke rasteqîn bû û hevaleke dilsoz bû’
 
Munevverê bal kişand ser hişmendî û dilsoziya rojnameger Evîn Buldan û wiha got:” Dema ku ez li rojnameya Azadiya Welat dixebitîm min Evîn nas kir. Hevaleke gelekî ciwan bû. Lê li gel wê ciwanbûna xwe jî hevaleke gelekî zîrek, xwedî hişmendiyeke rasteqîn bû û hevaleke dilsoz bû.”
 
‘Evînê li Mexmûrê mezin bû û terka doza xwe nekir’
 
Munevverê da zanîn Evînê di bin şert û mercên zehmet de jî terka doza xwe nekiriye û wiha pê de çû:” Evînê hîn ji zarokatiya xwe de zext û zordestiyên dewletê nas dike. Ji ber zextên dewletê ji bajarê Colemêrgê koçî Başûrê Kurdistanê dikin. Ji ser axa xwe hatin sirgunkirin û koçî Başûrê Kurdistanê kirin. Evînê li Mexmûrê mezin bû û terka doza xwe nekir. Evînê beşa Radyo Televizyonê li zanîngehê qedandibû. Piştî perwerdeya li Başûrê Kurdistanê dîtibû hat Bakurê Kurdistanê. Bi biryardarî û ji bo xizmeta çapemeniya kurd bike, ji bo xizmeta ziman û çanda xwe û birdoziya xwe bike hat Bakurê Kurdistanê.”
 
‘Hevaleke germ û dilsoz bû’
 
Munevverê bal kişand ser hinek taybetmendiyên Evînê û wiha got:” Li gel vê dilsoziya Evînê cudabûneke wê ya din hebû. Aliyê wê yê qerfî gelekî zêde bû. Dema mirov pê re dixebitî dilê mirov xweş dikir. Dema pirsgirêk an jî tengasiyeke mirov hebûya eleqedar dibû û hewl dida ku dilê mirov xweş bike. Bi kêf û henekên xwe mirov kêfxweş dikir û pê re dem xweş derbas dibû. Di warê têkilîdayinê de hevaleke germ û dilsoz bû. Hem xwediyê doza xwe bû hem xwedî birdoziyê bû. Di heman demê de jî hevalake ji dil bû. Li gel temenê wê yê ciwan bi çûkan re biçûk bi mezinan re mezin bû. Tevgereke wê ya bi vî rengî hebû.”
 
‘Wê bibîranîna Evînê her tim di dilê me de be’
 
Munevverê bi lêv kir ku Evînê zû ji nava wan koç kiriye û wiha dawî li axaftina xwe anî:” Mirov dikare bêje ji bo çapemeniya kurd, ji bo çapemeniya azad Evîn windahiyeke mezin bû. Ew dilê wê yê mezin û fireh têra her kesî dikir. Lê mixabin dilê wê yê têra her kesî dikir têra wê nekir û zû ji nava me koç kir. Lê belê wê bibîranîna Evînê her tim di dilê me de be. Ew ê her di dilê me de bijî.”