Dayika ku teslîmiyet qebûl nekir: Uveyş Ocalan

  • 09:04 11 Nîsan 2024
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji ser koça dawî ya dayika Uveyş 31 sal derbas bûn. Dayika Uveyş heta koça xwe ya dawiyê jî teslîmiyet qebûl nekir û têkoşîna jiyanê heta dawiyê da. 
 
Jinên kurd ji dîrokê heta niha bi têkoşîn û sekna xwe ya jiyanê hêviyên di nava civakê de her zindî hiştine. Li dijî zihniyeta yekperest,  zihniyeta dijminatiya jinan dike serî netewandine. Jinên kurd her tim li dijî zihniyeta nasnameya wan tune hesibandiye li berxwe dane. Yek ji jinên têkoşer ku di jiyana xwe de her tim têkoşîn ji xwe re wekî sembolekê hilbijartiye dayika Uveyş ango Uveyş Ocalan e. Ew bi sekna xwe ya bi rûmet her tim derketiye pêş. 
 
Dayika berxwedêr Uveyş Ocalan di sala 1922'yan de li Gundê Amara yê girêdayî Xelfetî ya Rihayê ji dayik bûye. Di temenekî biçûk de bi kesekî ji gundê nêzî wan re tê zewicandin. Bi vê zewacê re jiyana wê ya dijwar dest pê dike. Ew dibe şahida kuştina jinek ji aliyê hevjînê xwe ve, vê yekê li dadgehê dibêje û dibe sedem ku ew kes ceza bigire. Dayika Uveyş di heman demê de jî li dijî zihniyeta baviksalar li berxwe dide. Ew kesê ku hevjînê wê ye, li girtîgehê qeyrana dil derbas dike û dimre. Keçek dayika Uveyş ji hevjînê wê yê yekem hebûye. Dayika Uveyş piştî mirina hevjînê xwe vedigere hinda malbata xwe û paşê jî bi Omer Ocalan ê ji heman gundî re dizewice. Bi zewaca duyem re jî têkoşîn û berxwedana wê ya jiyanê dewam dike. Ji vê zewacê çar keç û sê kurên wê çêdibin. Uveyş Ocalan a bi kesayeta xwe ya berxwedêr tê nasîn di 4'ê Nîsana 1949'an de Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tîne dinê. Dayika Uveyş jî têkoşîna li dijî nexweşiyê dide. Ji ber nexweşiya şekir li Edeneyê tedawî dibîne. Di vê têkoşîna jiyanê de di dawiyê de lingekî wê tê jêkirin. Piştî tedawiya salekê di 11'ê Nîsana 1993'yan de ji ber qeyrana dil koça dawî dike. Canazeyê wê li gundê Amarayê yê ku gelekî jê hez dike tê veşartin.
 
Nirxandinên Rêbê PKK'ê 
 
Rêberê PKK'ê Abdulah Ocalan jî derbarê dayika xwe de hinek nirxandinan dike. Di yekem salvegera koça dawî ya dayika xwe de van nirxandinan dike: "Jineke ku bi aliyên xwe yên erênî yan jî neyînî bandor li ser tevgera azadiya jinê jî çêkiriye, dayika min e.  Li Kurdistanê rastîqîniyek din ku divê em li ser bisekinin jî rastiya dayikê ye. Dayiktî, piranî îfadeyek zayînê ye. Li cem me wateya herî hêsan a dayiktiyê wiha ye, ‘Tu dê gelek zarokan bînê dinê û nifşê xwe bidomînî.’ Ez ji destpêkê ve li dijî vê yekê derketim. Dikare bê gotin ku bersiva herî tund min bixwe daye dayika xwe. Wê wekî dayikakê hemû mafê xwe yê li malê disparte wê yekê ku ez anîme dinyayê. Min jî jê re digot, 'Tu vê mirîşk û çîçikên wê dibînî yan na? Mirîşk ji bo çêlika xwe çiqas dayik be, tu jî ji bo min ewqas dayîk î.' Ev şibandinek pir qebe bû, lê min ev kir. Ji wê jî zêdetir min gelek caran nêzîkahiyek di wateya wekî, "Li şûna ku zarokên te yên wiha hebin, bila qet nebin baştir e" nîşan dida. Ji ber ku ew yek ji dayikan bû, ez jî yek ji zarokan bûm. Zarok nikare wek xwesteka xwe bijî, dayik jî dixwaze bi zarokê xwe re hebûna xwe bidomîne. Ev nakokiyek e.”
 
Şîrovekirina azadiya jinan
 
Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan di nirxandinên xwe de destnîşan dike ku dayika wî li ser tevahî jiyan û têkoşîna wî bandorek pir mezin kiriye û wiha dewam dike: “Heqê dayiktiyê tenê bi têkoşînek bêhempa dikare bê dayîn. Ji bo dayikekê jî maf di esasê de wisa tê dayîn. Ji bo jinekê çawa eleqe dikare bê nîşandan? Me di rêbaza xwe ya şîroveya azadiya jinan de nîşan daye, ji bo dayikê jî bi vî awayî dikare bersiv bê dayîn. Hewce bi girtina diyariyên biçûk tune ye; şîrovekirina azadiya jinan li gorî min rêzdariya herî mezin a ji bo dayikê bê nîşandan e.”