Bêyî Evrîmê 14 sal derbas bû!

  • 09:04 12 Nîsan 2024
  • Portre
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojnameger Evrîm Alataş a ku bi nivîsên dinivîsand, bi têkoşîna xwe ya di qada çapemeniya azad de bandorek mezin kir ev bû 14 sal koça dawî kiriye. Bêyî Evrîmê 14 sal derbas bû ! 
 
Rojnameger Evrîm Alataş a ku di qada çapemeniya azad de xwediyê roleke girîng bû 14 sal berê jiyana xwe ji dest da. Evrîm Alataş kî ye ? Di 15'ê Nîsana 1976'an de li gundê Golpinar ê navçeya Arganê ya Meletê hat dinê. Evrîmê dibistana seretayî û navîn li gundê xwe xwend piştre jî perwerdeya xwe li Stenbolê dewam kir. Di sala 1994'an de dest bi rojnamegeriyê kir û di rojnameyên mîna Yeni Politika, Demokrasi, Ozgur Bakiş, Ulkede Ozgur Gundemê de nûçegîhantî kir. Piştre jî wekî editor karê xwe dewam kir. Di Evrensel, BirGun û Ozgur Politikayê de nivîskariya quncikê kir. Gotarên wê di Esmer, Birikim, Amargi, Siyahi û Tiroj de hatin weşandin. Evrîmê di sala 2003'yan de li weşanxaneyên Aramê Çîrokên Dabeşkirina Mayoz derxist. Her sîya çiyan dikeve ser behrê jî di 2009'an de ji Weşanên Îletişimê derxist. Evrîmê di pirtûkên xwe de bal kişandiye ser çîrokên trajîkomîk ên li Kurdistanê. Evrîmê di heman demê de senarista filmê “Min Dît” e. Evrîmê ji ber nexweşiya pençeşêrê ya pê ket di 12'ê Nîsana 2010'an de li Amedê jiyana xwe ji dest dide. 
 
Fincan Xanim
 
Evrîmê dema rojnamegerî dikir gelek caran hatiye binçavkirin. Wê li quncika "Fincan Xanim" rewşa gelê kurd tê de ye bi şêwazeke hicivî dianî ziman. Evrîmê di heman demê de binpêkirina mafan jî gelek caran kiriye nûçe. 
 
Senaryo nivîsand
 
Romana ewil a Evrîmê "Çîrokên Dabeşkirina Mayoz" di sala 2003'yan de li weşanxaneyên Aramê derxist. Wê di romana xwe de zimanê mîzaha reş afirand. Pirtûka wê ya duyem jî "Her sîya çiyan dikeve ser behrê" di 2009'an de ji Weşanên Îletişimê derxist. Evînê hem li welat hem jî li derveyî welat xelatên cuda digire. 
 
Di serdema faîlî meçhûlan, binpêkirina mafan û rojnamegertî zor bû de bi nexweşiya pençeşêrê ket. Gelek behreyên Evrîmê hebûn. Rojnameger Evrîm Alataş a ku bi nivîsên dinivîsand, bi têkoşîna xwe ya di qada çapemeniya azad de bandorek mezin kir ev bû 14 sal koça dawî kiriye. Bêyî Evrîmê 14 sal derbas bû !