Tulay Hatîmoglulari: Em ê hişmendiya şaredariya azadîxwaz a jinê ava bikin

  • 12:22 29 Adar 2024
  • Ramyarî
 
MÛŞ - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tûlay Hatîmogullari di civîna gel a li Kopê de diyar kir ku ew ê konsepta şaredariya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaz a jinê ava bikin û got, “Em di 31’ê Adarê de mohra xwe li binê dara DEM Partiyê bidin û serketina xwe pîroz bikin."
 
Li navçeya Kopê ya Mûşê bi beşdariya Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari li ber buroya hilbijartinê civîneke gel hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz, namzetên hevşaredariyê yên DEM Partiyê, Meclîsa Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA) û bi sedan kes beşdarî civînê bûn.
 
Piştî ku Tûlay û heyeta pê re li bajaroka Lîzê  bi coş hatin pêşwazîkirin, bi gel re derbasî Kopê bûn. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, namzetên Şaredariya Kopê ya DEM Partiyê Aryan Dogan û Arafat Kardagî gel silav kirin û diyar kirin ku 31'ê Adarê wê bibe berxwedaneke dîrokî.
 
'Em ê rê nedin qeyûman'
 
Piştre Tûlay gel silav kir û got, "Ev coş ya me ye, ev coş ya me hemûyan e, ev coş kelecana serkeftina 31'ê Adarê ye. EM  li Kopê gelek caran bi ser ketin, vî gelî her tim li ser navê xwe vîna xwe bi kar anî. Em ê dîsa Kopê bi ser bixin, gumana me jê nîne. Di çarçoveya xebatên hilbijartinê de bi hefteyekê em li çar aliyê Kurdistan û Tirkiyeyê geriyan. Her ku diçe em bi coşeke mezin tên pêşwazîkirin. Gelê me êdî li bajaran zihniyeta qeyûman naxwaze. Bawer bikin, em ê êdî destûrê nedin zihniyeta qeyûm."
 
Bi domdarî Hatîmogûllari got ku qeyûm her derê dişêlînin û wiha pê de çû: “Yek ji şaredariyên ku şêlandî jî Kop e. Neguhêzbarên şaredariyê û her tiştek firotin. Saziyên jinan, yên ciwanan ku partiya me bi feraseta 30 salan a şaredarîvaniyê ava kiribûn an girtin an jî firotin. Hemû ersa dewrî wezaratan kirin ji ber ku ew jî dizanin ku diçin. Gelê me yê hêja, em ê nehêlin zîhniyeta qeyûmperest bikeve vê xakê û dê di 31’ê Adarê de li ser sindoqê bersivê bidin. Bila soza me be ku dema me şaredarî bi dest xist dê bi awayeke şefaf û demokratîk birêve bibin.” 
 
'Li sindoqan xwedî derkevin' 
 
Tulayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Divê bi taybet jî ciwan li dijî dizên sindoqan hişyar bin û xwedî lê derkevin. Êdî demekî kin ma û ricaya me ew e ku hûn bi hemû hêza xwe xwedî li sindoqan derkevin. Di dema hejmartina dengan de li wir bin û nobetê bigirin. Em bi hev re pêşiya lijneyên hilbijartinê yên bajaran tije bikin. Em rê nedin dizan. Weke ku hûn jî dizanin, ev dize dizanin ku nikarin qeyûm tayîn bikin lewma li bajarên me yên krîtîk bi hezaran leşker û polîs veguhestin. Ji we ricaya min ew e ku xizmên xwe yên derveyî bajar qaneh bikin da ku bên dengê xwe bidin.” 
 
'Em ê serkeftina xew pîroz bikin'
 
Tulayê, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê me li ser rêya felsefeya ‘jin, jiyan, azadî’ ye. Dê ev gele aştî û xwişk-biratiyê bîne vî welatî. Dê jin û ciwanên kurd bînin. Ev tevlibûn û çepik têkoşîneke xurt a li dijî tecrîda li Îmraliyê ye. Îradeya ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk e. Heta ku ev coş û kelecana we hebe, tu kes dê nekare bi gelê me serî bide tewandin. Bila qesr jî vê baş bizane ku em ê bajarên xwe bi feraseta şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê birêve bibin. Em mohra xwe li bin dara DEM’ê bidin û serkeftina xwe bi çayeke biDEM pîroz bikin. Rêya me vekirî be.” 
 
Tulayê ji bo bernameya din ber bi navenda Mûşê ve kete rê.