DEM Partiyê ji bo Doza Kobanê bang kir

  • 13:55 12 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
ENQERE - DEM Partiyê ji bo danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku dê di 17’ê nîsanê de bê lidarxistin bang li raya giştî ya demokratîk û partiyên siyasî kir û wiha got: “Di Doza kompasê ya Kobanê de li cem azadiyan cih bigirin.” 
 
Danişîna biryarê ya Doza Kobanê ku 17 jê girtî bi giştî 108 kes tê de tên darizandin dê di 17’ê nîsanê de bê lidarxistin. Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî danişînê bi sernavê “Ji bo 17’ê Nîsanê bang: Di Doza Kompasê ya Kobanê de em li cem azadiyan cih bigirin” daxuyaniyeke nivîskî da. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Doza Kobanê dozeke kompas e û ev yek bi biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) jî hatiye piştrastkirin. Bi domdarî bang li tevahiya raya giştî ya demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî hat kirin ku ji bo kompasa hiqûqî ya bloqa îktîdarê vala were derxistin, li cem siyaseta demokratîk cih bigirin. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de êrişên DAIŞ’ê û qirkirina li dijî êzidiyan, hewldana qirkirinê ya li dijî Kobanê û komkujiyên DAIŞ’ê hatin bibîrxistin. DEM Partiyê da zanîn ku li dijî hewldana komkujiya li dijî Kobanê, li her devera cîhanê û Tirkiyeyê protesto hatibûn destpêkirin û daxwazan bi sedhezaran kesan ew bû ku rê li ber komkujiyê were girtin. Bi domdarî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a têkildarî protestoyên Kobanê de hat ragihandin û wiha hate gotin: “Li gorî daneyên ÎHD’ê 46 kesan û li gorî yên Midûriyeta Giştî ya Emniyetê jî 48 sivîlan jiyana xwe ji dest dan. HDP’ê ji bo lêkolînkirina van mirinan û dîtina faîlên bi dehan pêşnûme da Meclisê lê bi dengên AK û MHP’ê hatin redkirin. 6 sal piştre jî bi hinceta twîtekê HDP berpirsyar hate dîtin û Doza Kompasê ya Kobanê hate destpêkirin. Ev doz, doza tolhildana têkçûna DAIŞ’ê ye.”
 
Mînaka vê rastiyê hate nîşandan
 
Bi domdarî hat gotin ku lêpirsîna dozgeriyê di sala 2014’an de dest pê kir, di 2015-2016’an de îfade hatine girtin lê tu delîl nehatine bidestxistin û pêvajoya lêpirsînê hatiye vehêlandin. Hat diyarkirin ku her kêliya lêpirsînê ji ber xwe ve hatiye amadekirin û belgeya Şaxa TEM’a Enqereyê ya bi dîroka 2018’an a di dosyayê de hatiye jibîrkirin jî weke mînaka vê rastiyê hate nîşandan. 
 
Çiqas usûlên derhiqûqî hebin, dadgehê tevek ceriband
 
Di berdewamê de DEM Partiyê diyar kir ku mîna qonaxa lêpirsînê, qonaxa teqîbatê jî bi awayekî derhiqûqî hatiye meşandin û dadgehê hiqûqa ku bi xwe afirandî ev doz veguherandiye dozeke siyasî. Daxuyanî wiha domiya: “Çiqas usûlên derhiqûqî hebin, dadgehê tevek ceriband. Dadgehan mafê darizandina adilane binpê kir, mafê parastinê ji holê rakir û nehişt parêzer biaxivin. Serokê dadgehê ji ‘rêvebertiya rêxistina sûc a Atadedelerê’ hate darizandin. Lê tevî vê jî tu kiriyarên wî nehatin betalkirin.” Bi domdarî jî derhiqûqtiyên din ên di Doza Kobanê de hatin rêzkirin. 
 
‘Ne darizandin ne jî mutalaa rewa nînin’
 
DEM Partiyê destnîşan kir ku bi biryarên DEMME’yê jî hatiye tescîlkirin ku Doza Kobanê dozeke kompasê ye û biryara têkildarî Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist. Daxuyanî bi vê bangawaziyê bi dawî bû: “Di halê hazir de hêj parastin xelas nebûyîn mutalaa hate pêşkeşkirin û daxwaza cezakirina siyasetmedaran hate kirin. Ne darizandin ne jî mutalaa rewa nînin. Me heta niha çawa gelek derhiqûqtî bi berxwedana xwe vala derxistibin, em ê vê kompasê jî vala derxin. Ji bo em careke din kompasa hiqûqê ya bloqa îktîdarê vala derxin, banga me ji bo tevahiya raya giştî ya demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî ew e ku li cem siyaseta demokratîk cih bigirin.” 

Etîketan:

kobanê doz