'Qeyûmê Qoserê li her taxê texrîbatek hiştiye'

  • 09:04 13 Nîsan 2024
  • Ramyarî
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Hevşaredara DEM Partiyê ya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay, da zanîn qeyûmê Qoserê 106 milyon 483 hezar 852,66 TL deyn li dû xwe hiştiye û got kredî kişandine û gotine me ji bo îhaleya parkeyê xerc kiriye lê belê ev ne rast e. Hamdiyeyê got:"Qeyûmê Qoserê li her taxê texrîbatek hiştiye. "
 
Di çarçoveya polîtîkayên şerê taybet de li Kurdistanê di sala 2016'an de qeyûm tayînî şaredariyên kurdan bûn. Qeyûman li her derê li dû xwe texrîbat hiştin û şaredarî di binê deynan de hiştin. Yek ji cihê ku qeyûm hat tayinkirin navçeya Qoserê ya Mêrdînê ye. Lê belê di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31'ê Adarê de DEM Partî li Qoserê bi ser ket û Hamdiye Bilek Turgay û Zeyni Îpek wekî hevşaredar hatin hilbijartin û di 3'yê Nîsanê de mazbataya xwe girtin. Di hilbijartinên 31'ê Adara 2024'an de DEM Partiyê ji sedî 70,58 li Qoserê bi ser ket û gel bersiva qeyûman da. 
 
Qeyûm niha li her aliyên bajêr texrîbatek hiştiye û gelek pirsgirêkên li bajêr ên wekî kanalîzasyon, ceyran û avê hene. Her wiha polîtîkayên asîmîlasyonê yên qeyûman jî li pêş bûn. Di heman demê de jî qeyûm 115 milyon kredi kişand û 106 milyon deyn hişt. 
 
Hevşaredara DEM Partiyê ya Qoserê Hamdiye Bilek Turgay, têkildarî polîtîkayên qeyûm axivî. 
 
'Em ê her meh 5 milyon deyn bidin'
 
Hamdiyeyê da zanîn dema wan matbata girtiye şûnde ew hatine û wan kulubeya nobedê rakirine û li deriyê dinê jî cîhaza X-Ray hebûye. Hamdiyeyê da zanîn gel bi coşeke mezin ketine şaredariyê û wiha got:"Gel dereke aîdî wan ji îstilayê xilas kir. Loma bi kelecan hatin şaredariyê. Roja me ya ewil bi mêvanan û eleqeyeke mezin derbas bû. Berê me xwest em hîn bibin bê ka çiqas deyn û texrîbat heye. 106 milyon TL deynê şaredariyê heye. Hatina me ya mehane 38 milyon e çûyin jî 43 milyon û 155 hezar TL ye. Em ê her meh 5 milyon deyn bidin."
 
Makîneyên kar bi kirê dane leşkeriyê
 
Hamdiyeyê da zanîn di rojên dawî de çop nehatine hevdan û got ji bo ew sedemê hîn bikin bi cihên peywirdar re hevdîtin kirine û wiha got:"Kedkarên paqijiyê yên ji ser ÎŞKUR'ê hatine girtin ji şaredariyê hatine derxistin û li cihên cuda yên qada cemaweriyê hatine bicihkirin. Li derek weke Qoserê ku bi roja 500 hezar serjimara wê heye û gelek kuçe û kolanên wê hene tenê 14 kedkarên paqijiyê hene. Navçe di nava gemarê de ma. Gelê me jî bi derfetên xwe derûdora xwe paqij dikin. Em hîn bûn ku makîneyên kar bi kirê dane leşkeriyê."
 
Ew kiredî ji bo çi hatine xerckirin ? 
 
Hamdiyeyê da zanîn krediyên hatine kişandin û hîn deynê wê nehatine dayin hene û wiha pê de çû:"Wexta em dibêjin kredî ji bo çi hatiye xerckirin tê gotin ji bo îhaleya parkeyê. Lê belê dema em li kuçeyên Qoserê dinêrin li her derê kortik hene. Krediyên bi milyonan hatine kişandin ji bo kîja kevirê parkeyê hatiye qerckirin ? Di vê pêvajoyê de tu rêyên bi kevirên parkeyê hatine nûkirin tune ne. Hatibû ragihandin ku derbarê Qeyûmê berê Huseyin Çam de lêpirsîn jî hatiye destpêkirin."
 
'Kelecana gel a girtina şaredariyan hebû'
 
Hamdiyeyê diyar kir ku kelecana gel a ji bo qezenckirina şaredariyan gelekî li pêş bû û wiha got:"Dema encamên hilbijartinê hatin eşkerekirinn bi hezaran kes derketin qadan. Bi hezaran kes roja me mazbata girt li pêşiya me meşiyan. Dema em ketin şaredariyê kelecana gel gelekî zêde bû. Zarok dayik ciwanan me pir xweş pêşwazî kirin. Gelek dayikên me giriyan. Yek ji tiştên herî zêde min hestiyar kir gotina dayika Ugur Kaymaz, Makbule Kaymaz bû. Makbule Kaymaz got 'min ev roj jî dît'. Dema em daketin jêr zarok çûn hawizê baxçe û lîstin. Dayikan ji xwe re sohbet dikirin. Kontrola cîhaza X-Ray û polîsan tune bû. Gel ji bo têkevin şaredariyê hesret mabûn."
 
Kooperatîfên jinan, kreşên pirzimanî...
 
Hamdiyeyê bi lêv kir ku bi polîtîkayên AKP-MHP'ê gelek jin û zarok di aliyê aboriyê de hatine mexdûrkirin û wiha got:"Îktidara AKP-MHP'ê dixwaze gel bi birçîbûnê terbiye bike. Ev jî herî zêde bandorê li zarok û ciwanan dike. Em dixwazin qada îstihdamê ji bo jinan veke. Em ê ji bo jinan kooperatîfên xweser vekin. Yek polîtîkayên bi salan ên asîmîlasyonê ne. Zarok bi asîmîlasyonê rû bi rû dimînin. Li dijî vê yekê em ê kreşên pirzimanî vekin. Zarok dema diherin kreşê yekem gotina dielimin 'Ataturk me ji dijminan rizgar kiriye'. Loma em dixwazin zarokên me zimanê xwe hîn bibin. Her wiha jêderka debarê ya Mezopotamyayê cotkarî ye. Ceh, nok, garis, miqerne û gelek tiştên din tên çandin. Em ê jî kooperatîfên ku vana hilberînin û bifiroşin ava bikin. Hem wê hîn erzan bin hem jî wê ji bo jinan bibin qadên îstihdamê. Her wiha em ê firinên nan vekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe em ê hewl bidin ji gel re xizmetê bikin û layiqî wan bin."