Beriya Doza Kobanê daxuyanî: Divê hevalên me bê berdan

  • 10:34 17 Nîsan 2024
  • Ramyarî
ENQERE - Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan beriya Doza Kobanê daxuyanî dan. Tulay wiha axivî: "Em jî dibêjin ku werin em vê firsendê bi hev re binirxînin. Em ji Doza Komployê ya Kobanê dest bi vî karî bikin. Em bi hev re li welat demokrasiyê û jiyaneke hevpar ava bikin. Em hêvî dikin ku biryara berdanê ya hevalên me bê dayîn.”
 
Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, beriya Doza Kobanê ya li Kampusa Girtîgeha Sîncanê bê lidarxistin daxuyanî dan çapemeniyê. Hevserokên Giştî yên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Ayfer Koçak û Ahmet Karagoz, Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Huseyîn Kuçukbalaban, rêveberên rêxistina DEM Partiyê yên Enqereyê û navçeyên wê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
 
Serokwekîlê Koma CHP’ê Alî Mahîr Başarir, Cîgira Serokê Giştî Gul Çîftçî, parlamenterê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û parlamentera Enqereyê Aliye Tîmîsî Ersever ku di nav şandeya CHP’ê ji bo dozê bişopîne peywîrdarkiriye de cih digirtin jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Tûncer Bakirhan ê ewilî li vir axivî, diyar kir ku yek ji hewldanên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye ku bi dozên dişibin Doza Kobanê re siyasetê dîzayn bike û wiha got: “Doza Komployê ya Kobanê yek ji mînakên herî mezin û herî dawî yên vê yekê ye. Li vir sûc nîne. Dozeke pûç û vala ye. Delîl tune ne. Hevalên me bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi salan e tên darizandin.” 
 
Tûncer, anî ziman ku ji bo siyasetmedaran li dijî hovitiya DAIŞ’ê banga hestiyariyê kirin bi salan e tên darizandin û ev tişt gotin: “Hêj biryarek nehetiya dayîn. Îro hem desthilat hem jî şandeya dadgehê bi berpirsyariyeke cidî re rû bi rû ne. Şandeya dadgehê dikare biryareke dîrokî bide. Şandeya dadgehê esas dikar vê ferasetê hilweşîne. Îro dibe ku li vir biryareke dîrokî were dayîn. Em bang li şandeya dadgehê dikin ku bi berpirsyartiyeke dîrokî re rû bi rû ye û divê berpirsyartiya xwe bi awayekî rast bi cih bîne. Îro em dixwazin hem biryara tahliyeyê were dayîn. Hem jî hevalên me yên bi awayekî neheq û bêhiqûqî bi salan e girtî ne bên beraetkirin.
  
Gelên Tirkiyeyê li dijî vê feraseta ku dozên komployê, siyasetê, siyasetmedarên kurd, siyasetmedarên şoreşger û demokrat dizayn dikin di 31’ê Adarê de helwesta xwe bi awayekî zelal nîşan da. Gelên Tirkiyeyê esas ji bo bingeheke demokratîk dengên xwe dan. Divê desthilat jî vê biryara gelan bibîne. Êdî mirov azadiyê û demokrasiyê dixwazin. 
 
Hêvî dikim ku hem şandeya dadgehê hem jî desthilat vê vîna ku gelên Tirkiyeyê di 31’ê Adarê de di sindoqê de nîşan da bibînin. Divê sedsala duyemîn bi van dozên komployê re berdewam neke. Gelên Tirkiyeyê dixwazin ku di sedsala duyemîn de di bingeheke demokratîk de û bi awayekî wekhev bijîn. Ji ber vê yekê em îro dixwazin ku şandeya dadgehê vê berpirsyartiya xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih bîne.”
  
Tulay Hatîmogûllari ya pişt re axivî jî ev tişt gotin: “Em li vir careke din dibêjin ku Doza Kobanê dozeke komployê ye. Îro berxwedana Kobanê berxwedaneke wisa ye ku ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo Rojava û tevahiya cîhanê, li dijî van rêxistinbûyînên bi vî rengî yên kujer, tacîz û tecawizkaran, kesên bazirganiya mirovan û mafya organan dikin, têkoşîn û berxwedaneke xurt e.
  
Ne tenê hêzên demokrasiyê û partiyên siyasî yên Tirkiyeyê, ne tenê HDP hemû hêzên demokrasiyê yên çar aliyê cîhanê piştevaniya berxwedana Kobanê kirin û DAIŞ şermezar kirin. Binêrin hêj jî xetereya DAIŞ’ê derbas nebûye. Di komkujiya li Rûsyayê de zêdetirî sedan mirovan jiyana xwe ji dest dan. Dîsa dema em li çapemeniya Tirkiyeyê dinêrin, em nûçeyên rêze komkujiyên ku DAIŞ’ê û rêxistinên weke wê li Tirkiyeyê amadekirine dibînin. Dema em dîroka Tirkiyeyê ya nêz dinêrin, DAIŞ’ê li ser axa Tirkiyeyê gelek komkujî pêk anîne. Şûna ku van komkujiyan lêkolîn bikin, lêkolîna kesên li pişt van komkujiyan bikin û bi DAIŞ’ê re têbikoşin, HDP’ê, rêveberên HDP’ê û nûnerên siyaseta demokratîk ên Tirkiyeyê darizînin. Ev yek qet nayê qebûlkirin. 
  
Em ji vir careke din bang li darazê dikin. Ey daraza Qesrê te têra xwe qulpikên cubeyê xwe girtin. Dema ev dosya were lêkolînkirin tê dîtin ku komkujiyeke hiqûqê heye û bûye dosyayeke ku ne tenê li Tirkiyeyê li fakulteyên hiqûqê yên cîhanê weke dersan bê dayîn. Em careke din ji darazê dibêjin ku divê hûn li gorî rastiya dosyayê û qanûnên rast biryarê bidin. 
 
Em dibêjin ku daraz dikare ji vê xeletiyê vegere. Em dibêjin ku beriya ev pêvajo biryar bê dayîn divê hemû hevalên me bi awayekî adilane bên darizandin, nirxandin û encam girtin. Hevalên me yên parêzer ên di vê dosyayê de agahiyên gelekî berfireh bi raya giştî re parve kirin. Naveroka vê dosyayê senaryoyeke. Daxwaza 37 caran cezayê hefsê yê muebedê yê giran ê li ser esasê vê senaryoyê tu carî nikare li gorî hiqûq, wijdan û demokrasiyê be. Em careke din bang dikin, îro dê rewşa girtinê ya hevalên me yên girtî were nirxandin. Em destnîşan dikin ku hemû hevalên me demildest bên berdan. Her yek ji hevalên hundir rûmeta me ne. Her yek ji wan di siyaseta Tirkiyeyê û kurdan de aktorên girîng in û ji demokrasiya Tirkiyeyê re xizmet kirine. Divê hevalên demildest bên berdan. Ji bo ku gel li vî welatî baweriya xwe bi hiqûqê bîne pêdiviyek e. Ev ji bo avakirina jiyana hevpar a bi hev re ya li Tirkiyeyê firsendeke. 
  
Em jî dibêjin ku werin em vê firsendê bi hev re binirxînin. Em ji Doza Komployê ya Kobanê dest bi vî karî bikin. Em bi hev re li welat demokrasiyê û jiyaneke hevpar ava bikin. Em hêvî dikin ku biryara berdanê ya hevalên me bê dayîn.”
 
 

Etîketan:

kobanê doz