Zimanê ku nas nake ji xwe re kirin amûra propagandayê

  • 09:05 29 Adar 2024
  • Rojane
 
Rojda Aydin 
 
AGIRÎ -  Îktîdar û partiyên pergalê her daîm zimanê kurdî înkar dikin û di meclîsê de jî wek “Zimanê nayê zanîn” bi lêv dikin, lê li taxên Kurdistanê jî bi stranên kurdî propagandaya xwe ya hilbijartina herêmî dikin. 
 
Ji 31’ê Adarê ango roja hilbijartinên herêmî re demek kurt ma. Xebatên partiyên siyasî bi hemû leza xwe didome. 22 sal in welat ji hêla AKP'ê ve tê birêvebirin. Li gorî herêman çend polîtîkayên îktîdarê biguherin jî bakur bi polîtîkayên şerê taybet tê birêvebirin. Ev polîtîka bandora xwe li tevahiya welat kir û dike jî. Ev polîtîkayên şerê taybet bi xwe re jî qeyranên siyasî, aborî, çandî û civakî anî. 
 
Gelê Kurd, di avakirina komarê heta îro her tim li hember van polîtîkayên înkarê têkoşîna hebûna xwe û zimanê xwe da. Bi taybetî jî zimanê zikmakî her tim bû hedefên îktîdaran. Her demê bi rêbazên cuda zimanê zikmakî hat înkar û qedexekirin. Li qadên jiyanê, li dibistanan, li kolanan, li kargehan û li meclîsê... 
 
Qedexeyên li ser ziman...
 
Ligel înkar û qedexeyên li ser ziman kurd li her qadên jiyanê ji bo zimanê xwe di nav têkoşînê de bûn. Leyla Zana, di sala 1991’an de wek siyasetmedareke kurd di meclîsê de cih girt. Leyla piştî sondxwarinê gotina xwe bi kurdî xilas kir. Ev yek hem di meclîsê û hem jî di raya giştî ya Tirkiyeyê de deng da. Nîjadperestan nerazîbûnên mezin nîşan da. Carek din nêzîkatiya desthilatdariyê ya li hember kurdî û Gelê Kurd şênber bû. Qedexeyên li ser ziman xwe bi fermî zindî kir. 
 
'Zimanê ku nayê zanîn' 
 
Kurd ji ber zimanê zikmakî hatin qetilkirin, tabelayên bi kurdî ji aliyê îktîdaran ve hatin daxistin û li meclîsê axaftina bi kurd hatin birîn. Di dîroka nêz de wek qutkirina axaftina parlamenter Salîha Aydenîz, Berîtan Guneş û gelek parlamenterên din... Wek “Zimanê nayê zanîn” hat binavkirin. Hunermendê li bakur ji ber stranên bi kurdî bi cezayên girtinê re rûbirû man. Li metropolan jî hunermend bi êrişan re rû bi rû man, konserên wan hatin qedexekirin û hatin qetilkirin. 
 
AKP û eleqeya wan a ji bo zimanê kurdî!
 
Desthilatdariya ku zimanê kurdî nas nake û wek “Zimanê nayê zanîn” bi nav dike, li bajarên Kurdistanên ên wek Amed, Mêrdîn, Riha, Agirî, Îdirê û gelek bajarên dinê bi zimanê kurdî xebatên hilbijartinê dimeşîne. AKP’ê li kolanên Rêzanê ya Amedê strana Xelîl Xemgîn a “Sebra Dila” û li navçeya Bazîd a Agiriyê strana Koma Zerdestên Kal a “Barî hey barî”, Partiya Yenîden Refah li bajarokê Xoşxeber a Îdirê strana Aynûr Dogan a “Keça Kurdan” û AKP û HUDA-PAR li navçeya Panos a Agiriyê û li navenda Îdirê bi stranên kurdî propagandaya xwe ya hilbijartinê dike...
 
Siyaseta li ser cil û bergan
 
Partiyên desthilatdar heta îro kurd û zimanê kurdî tune dihesibîne, di hilbijartinan de kurd û stranên kurdî tê bîra wan. Ev nêzîkatiyeyeke dirû ye. Her wiha li namzetê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê Mûrat Kûrûm a AKP'ê, li Amedê tevlî bernameyekê bûbû, ligel nijadperestiya ku dike kurdî axivî û piştre jî nîşaneya bozkûrtê kir. Ligel zextên ser zimanê kurdî her wiha cil û bergên kurdî jî nayê qebûlkirin, namzetê AKP’ê yê şaredariya Bazîdê Cengîz Çelîk jî bi vê rengî propagandaya xwe ya hilbijartinê dike. 
 
Gel xwedî li zimanê xwe derdikeve
 
Ligel van hemûyan jî di qadên Newrozê û hilbijartinê de jî diyar bû ku Gelê Kurd bi van yekan naxape û xwedî li zimanê xwe derdikeve. Gelên li qadên Newrozê û li kolanên Kurdistanê carekedin diyar kirin ku ew ê tim xwedî li zimanê xwe derbikevin û dê neyên van lîstokan.