Wezaretê pirsên derbarê qetilkirina jinan de bê bersiv hişt

  • 13:00 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
WAN - Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, têkildarî komkujiyên jinan ên li Wanê bûne de pêşniyazpirs ku dabûn Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî piştî bi mehan vegeriyan û bersiva pirsan nedan.
 
Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Gulderen Varli û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di kanûna 2023’an de derbarê zêdebûna komkujiyên jinan ên li Wan û navçeyên wê ji Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş re pêşniyazpirs dabû. Ji pêşniyazpirsê re wezaret piştî bi mehan vegeriya. 
 
Di pêşniyazê de hat diyarkirin ku komkujiyên jinan zêde bûne. Li aliyê din rapora 2023’yan a Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di pêşniyazê de cih girt û wiha hat gotin: “Di sala 2023’yan de 315 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 248 jin jî di nava şert û mercên bi guman de mirî hatin dîtin. Di sala 2023’yan de tevî fermanên parastinê bi giştî 28 jinan jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2023’an de ji 315 kuştinên jinan di 62’yan de jin bûne hedefa xizmên xwe. Ji van 41’an bi tevî jinan xizmên wan jî hatine qetilkirin di 21 bûyeran de xizmên jinan birîndar bûne.”
 
Wezaretê ku vegeriya pêşniyazpirsa parlamenteran got: "Di sala 2023’yan de 273 hezar û 222 jin, 28 hezar û 352 mêr û 11 hezar û 901 zarok bi giştî 313 hezar û 475 kesan ji ŞONÎM’an xizmet wergirtine. Wan ŞONÎM ji sala 2016’an vir ve xizmetê dide û di sala 2023’yan de 4 hezar û 613 jin, 414 mêr û 321 zarok, bi giştî 5 hezar û 348 kesan xizmet kiriye.”
 
Bersiva pirsan nehat dayîn
 
Wezaret, ji pirsên ku hatin şandin re tu bersiv neda û bi van gotinan derbasdar kir: “Daneyên qeydên îdarî yên derbarê kiryarên ku bi awayekî qanûnî wek sûc têne hesibandin û kesên ku van kiryaran dikin û ji van kiryaran bandor li wan tê kirin, ji hêla hînbûna gumanbariya sûcê ve heya ku di qonaxa lêpirsînê de xwedî erk û berpirsiyarî ne, ji hêla rayedarên berpirsiyar ve têne berhev kirin. Qebûlkirina îdianameyê û qonaxa dozgeriyê bi qebûlkirina îdianameyê dest pê dike û bi dawîkirina biryarê diqede. Di vê çarçoveyê de daneyên heyî yên li ser bûyerên tundiyê, pêvajoyê û encamên dozê û belavkirina li gorî navendan li ser pergala UYAP a Wezareta Dadê, POL-NET ya Wezareta Karên Hundir û pergala daneyan a Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan têne berhev kirin.”
 
Pêşniyazpirsê de ev pirs cih digirin:  
 
“* Derbarê kuştina jinan de li Wanê çi planên we hene? Li gorî we sedemên bingehîn ên zêdebûna kuştina jinan li Wanê û li tevahiya welat çi ne?
 
* Li Wanê di 5 salên dawî de çend jin ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dan? Ji jinên jiyana xwe ji dest dane çend kes daxwaza parastinê kirin?
 
* Di van salên dawî de li Wan, Sêrt, Mûş, Colemêrg, Amed, Êlih û bajarên cîranên van navendan li ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan ji aliyê wezareta we ve lêkolînek hatiye kirin an na?
 
* Li Tirkiyeyê her roj û her sal hejmara kuştina jinan zêde dibe, wezareta we ji bo van mirinan çi dike?
 
* Di 10 salên dawî de çend jinên hatin qetilkirin, tevî ku ji dewletê parastinê xwestin jiyana xwe ji dest dan? Tevî ku biryara parastinê heye, çima ji bo jinan tedbîrên ewlehiyê nayên girtin?
 
* Wezareta we derbarê bîranîna jinên ku ji jiyanê veqetandin de tu xebatek dimeşîne gelo?
 
* Hûnê kengî pê bihesin ku polîtîkayên heyî rê li ber kuştin û tundiya li hemberî jinê kêm nake û bêtir zêde dike? Gelo hûn di ferqê de ne planên we yên çalakiyê ne bi bandor in?"