Şêniyên kantona Minbicê banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kir

  • 15:06 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên kantona Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî meşiyan û soz da heta vê armancê bi dest bixin, dê têkoşînê mezin bikin.
 
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya şaxê kantona Minbicê ji bo şermezarkirina tecrîdar li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bidestxistina azadiya wî ya fîzîkî, meşek li dar xist. Endamên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Minbicê, deste, sazî û şêniyên kantonê tev li meşê bûn.
 
Meş ji pêşiya nexweşxaneya Firat dest pê kir. Girseyê wêneyên Abdullah Ocalan, pankartên "Dem dema azadiya Rêber Abdullah Ocalan e" hildan û "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can û xwîn em bi te re Ocalan" berz kir.
 
Meş li çerxerêya Sebi Behrat veguherî mitingê. Di mitingê de, berdevka Kombûna Jinan a Zenûbya Riweyda Hinêzil axivî û got: "Dewleta Tirk a dagirker hîna şerê projeyên demokratîk û neteweya demokratîk dike ku Rêber Abdullah Ocalan ji bo bidestxistina aştiyê, ewlehiyê û jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de, pêşkêş kiriye. Ji bo ku bigihêje vê armanca xwe jî, tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike. Ev tecrîd dermirovî û derqanûnî ye û jê dixwaze vîna gelên azad bişikîne û projeya neteweya demokratîk têk bibe."
 
Riweyda wiha domand: "Destkeftiyên di bin siya fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana de hatine bidestxistin, girêdana me û îsrara me li ser bidestxistina hêviyên Rêberê me, rave dike. Em soz didin ku rêya azadiyê heta bidestxistina serkeftinê berdewam bikin."
 
Her wiha cîgirê Meclisa Gelan a Demokratîk Mihemed Şêxo jî got: "Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bêdengkirina kesê banga xwişk û biratiya gelan û azadiya mirovahiyê dike, hate lidarxistin. Hêzên kapîtalîst xwe xapandin ku bi dîlgirtina Rêbertî, dikarin projeya wî ya demokratîk têk bibin. Lê belê bi bin ketin ji ber ku fikrê Rêber Abdullah Ocalan, gihaşt gelên cîhanê tev da û dest bi pêkanîna wê kir. Ji ber wê em dê bi fikr û felsefeya tê bikoşin heta ku azadiya wî ya fîzîkî bi dest bixin."
 
Di dawiyê de girseyê  "Bê Serok jiyan nabe" û "Bi can û xwîne em bi te re Ocalan" berz kir.

Etîketan:

Tecrit Abdullah Ocalan