Malbatên windayan li 3 bajaran hatin bahev

  • 15:11 20 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Mafên Mirovan û malbatên windayan bi armanca windakirî bên dîtin û faîlên wan bên darizandin li Amed, Êlih û Colemêrgê çalakî lidarxistin. 
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a malbatên windayan bi armanca winda bên dîtin û faîlên wan bên darizandin vê hefteyê jî li 3 bajaran çalakî lidarxistin. 
 
Amed 
 
Malbatên windakiriyan û Şaxa ÎHD’a Amedê vê hefteyê jî çalakiya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê yê li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezan a Amedê li dar xist. Di çalakiya ku kete hefteya 793’yan de pankarta ku wêneyên kesên hatin qetilkirin li ser hate vekirin. Parlamenterê CHP’ê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû û nûnerên Saziya Sivîl a Civakî (STO) beşdar bûn. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de bi boneya 23’yê Nîsanê Cejna Zarokan a dewleta tirk, aqûbeta zarokên ku di bin çavan de hatine windakirin û bi cînayetên kiryarên wan nediyar hatin qetilkirin hate pirsîn. Di daxuyaniyê de ewilî Hevserokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz axivî. Ercan wiha got: “Vê hefteyê di erefeya 23’yê Nîsanê de em dixwazin balê bikşînin ser rewşa zarokên li Tirkiyeyê ku di gelek mijarên weke binpêkirina mafê jiyanê û îşkenceyê de nikarin mafên xwe bi kar bînin.”
 
Pişt re endama Komîsyona Windarkiriyan a ÎHD’ê Berfîn Elçî daxuyanî xwend. 
 
Berfîn, bi lêv kir ku li Kurdistanê ji salên 90’î heta vir di encama polîtîkayên tundiyê yên li dijî zarokan de binpêkirinên mafan ên cidî qewimîne û diyar kir ku her carê faîl bi polîtîkayên necezakirinê derxistine paqijiyê. Elçî got ku “Heta hin kes ji van sûcan ji aliyê dewletê ve hatine xelatkirin û ev tişt gotin: “Parastina zarokan û ewlekirina mafên wan peywîra ewil a dewletê ye. Lê belê mafê jiyanê yê bi dehan zarokên ku piraniya wan li vê erdnîgariya em lê dijîn, bi windakirina di binê çavan de ku nuqteya dawî ya şîdeta dewletê ye û bi rê û rêbazên nediyar ji dest hatiye girtin. Li gorî daneyên ku ÎHD’ê bi dest xistine 27 zarok bi êrişên herî hovanê di bin çavan de hatine windakirin.”
 
 
Berfîn navên zarokên ku di bin çavan de hatine windakirin wiha rêz kirin: “Dîlek Serîn (3) û malbata wê li mezraya Mîrik ê Dêrsimê, Ahmet Akbaş (15) li Xozat a Dêrsimê, Davût Altûnkaynak (12) li Kerboran a Mêrdînê, Seyhan Dogan (16), Nedîm Akyon, Mahmût Abak (16) li Qoser a Mêrdînê, Farûk Aksan (16) li Nisêbîn a Mêrdînê, Ahmet Sanir (15) li Şirnexê, Îlyas Dîrîl (12), Zekî Dîrîl (16) li Qilebanê, Deham Guney (17) û Ahmet Dansik (14) li Silopiyayê, Yahya Akman (16) li Cizîrê, Abdulazîz Gaysak (12) li Silopiya ya Şirnexê, Lokman Kaya (16) li Colemêrgê, Munîr Saritaş (13) û Nûrî Dayan (14) li Gever a Colemêrgê, Metîn Budak (11) li Licê, Nûrî Dayan (14) li Amedê, Servet Îpek (15) û Çayan Çîçek li Licê ya Amedê, Umît Taş (16) li Pasûr a Amedê, Zekî Akyildiz (16) li Farqîn a Amedê, Sabah Orûç (17) li Bismil a Amedê, û Orhan Yakar (16) li Çewlikê, Fatîh Kaya (15), Yilmaz Gumuş (17) û Şîrîn Maltû (16) jî li Êlihê di bin çavan de hatin windakirin.”
 
Berfîn, zarokên weke Ûgûr Kaymaz, Ceylan Onkol, Hêlîn Şen ên ji aliyê hêzên ewlehiyê yên dewletê ve hatin qetilkirn bi bîr anîn û bi bîr xist ku faîlên wan nehatin darizandin. 
 
Berfîn, bi lêv kir ku faîlên zarokan bi polîtîkayên necezakirinê tên xelatkirin û wiha got: “Çend sal derbas dibe bila bibe, em ê ji bo zarokên xwe ji bo faîl li ber edaletê bên darizandin em ê dest ji têkoşînê bernedin. Em ê li ser navê heqîqetê, edaletê, wijdanê vê têkoşînê bidomînin.”
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Êlih 
 
Malbatên windakiriyan û ÎHD’ê di hefteya 629’emîn a çalakiya li Êlihê de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a Cadeya Gulistanê kom bûn. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin” û wêneyên windakiriyan hatin hilgirtin de aqûbeta Alî Îhsan Dagli yê di 4’ê nîsana1995’an de di bin çavan de hatiye windakirin hate pirsîn. 
 
Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Erkan Kolaldiran çîroka windakirina Dagli vegot. 
 
Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû. 
 
Colemêrg 
 
Şaxa ÎHD’a Colemêrgê û malbatên windakiriyan li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin bahev. Ji bilî malbatên windakiriyan endamên Meclisa Şaredariya Geverê yên DEM Partiyê, rêxistinên DBP’ê û DEM Partiyê yên Geverê û Dayikên Aştiyê tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” û wêneyên kesên bi awayekî kiryarên nediyar hatibûn qetilkirin hatin hilgirtin. Di hefteya çalakiyê ya 119’an de aqûbeta karkerê înşaetê Abdûllahûk Geylanî yê 22 salî ku di sala 2005’an de dema gengeşiyên bi bombekirina Pirtûkxaneya Ûmût a Şemzînana Colemêrgê li Geverê dest pê kirin, di encama guleberdana hêzên ewlehiyê de jiyana xwe ji dest da hate pirsîn. 
  
Endamê Şaxa ÎHD’a Colemêrgê Ozan Akbaş ê li vir metnê daxuyaniyê xwend bal kişand ku windakirina di binçavan de rêbazeke şîdetê ye ku ji aliyê “dewletên antîdemokratîk ji bo tepisandin û çavtirsandina kesên daxwaza maf û azadiyan dikin” tê bikaranîn. Ozan Akbaş, diyar kir ku mafê jiyanê nirxekî ku hemû pergalên hiqûqê diparêze û divê biparêze ye û wiha got: “Fonksiyona herî girîng a dewletê ew e ku ji kê tê bila bê, kes û mafên wî ji hemû êrîşan biparêze û eger ev nebe, kesên êrîş kirine ceza bike. Em pergala antîdemokratîk a li Tirkiyeyê îfşa dikin. Em 119 hefte ye bi israr vedibêjin, heta ku pergaleke bi awayekî bi bandor neyê parastin neyê avakirin, hewldanên hiqûqî yên weke welatî em dikin di bingeha edaletê de encam negirin dê ev ax her tim ji demokrasiyê û mafê mirovan dûr be. Ji ber vê yekê necezakirina di dosyaya windakiriyan de ne tenê pirsgirêka me pirsgirêka hemû welatiyan û Tirkiyeyê ye.”
 
Ozan herî dawî tev tişt gotin: “Em ê her tim şopdarên mafê jiyanê yê ji destê Abdulhalûk Geylanî hatiye wergirtin bin. Em weke Dayikên Şemiyê daxwaz dikin ku demildest berpirsyar li hemberî pergaleke darazê ya adil bê lebê û belê bên darizandin. Bila windakirî bên dîtin faîl bên darizandin.”
 
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dawî bû.