Nobeta Edeletê ya li Mersînê di roja 139’an de didome

  • 19:04 20 Nîsan 2024
  • Rojane
MÊRSÎN - Malbatên girtiyan li Mêrsînê ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan daxwaza azadiyê kirin. 
 
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) hatiye destpêkirin, di roja 139’emîn de berdewam kir. Gelek Dayikên Aştiyê tev li çalakiya nobetê bûn. Di çalakiyê de dayikan pêşmalkên li ser “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin û ji bo piştevaniya bi girtiyan re stran gotin. Dayikên Aştiyê yên dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” berzkirin, diyar kirin ku di çalakiya xwe de bi biryar in.