'Ew ê di 1'ê Gulanê de banga azadiya Serokatî bê kirin'

  • 09:04 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, da zanîn ew ê bi çarçoveya kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî " di 1'ê Gulanê de bi sendîkay û dostên xwe re li qadan, tecrîdê têk bibin û banga azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bikin. 
 
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E), saziyên demokratîk, komên enternasyonalist û dostên kurdan di 10'ê Cotmeha 2023'yan de kampanyaya "Ji bo Abdullah Ocalan azadî ji meseleya kurd re çareseriya siyasî " hat destpêkirin û asta ewil a kampanyayê hat temamkirin. Kampanyaya derbasî asta duyem bû bi çalakiyên curbecur dewam dike. 
 
Li gor plansaziya asta duyem wê di 1'ê Gulanê de bi sendîka û dostên kurdan re ji bo Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan çalakî bên lidarxistin. Wê piştî 1'ê Gulanê komîteya kampayayê ji bo çalakiyan dîsa kom bibe. Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrut, bal kişand ser çalakiyên kampanyayê. 
 
*Di 10'ê Cotmehê de li 74 welatan starta kampayayê hat dayin û her roj berfirehtir dibe. Hûn belavbûyina vê kampanyayê çawa dinirxînin? Pêvajo çawa ye ? 
 
Di 9'ê Cotmehê de salvegera komployê plansaziya vê kampanyayê hat çêkirin. Wekî dîrok jî 10'ê Cotmehê hat hilbijartin. Ev hemleya ne tenê bi pêşengiya kurdan, bi pêşengiya dostên kurdan jî hat destpêkirin. Ev hemleya li gelek cihên cîhanê hat meşandin. Berê li 74 welatî bû lê piştre ev derket 102'yan û her ku çû zêde bû. Vê yekê jî nîşan da ku ev hemleya çawa eleqeyê dibîne. Me ev yek hêvî dikir ji ber ku berê jî gelek caran kampanya hatibûn meşandin û di 26 salan de ji bo azadiya Serok Apo û li dijî tecrîdê gelek xebat hatin kirin lê belê ev hemleya demdirêj e. Ev hemle her diçe berfireh dibe û aliyên cuda tevli vê dibin. Sedema vêya jî ew e ku baweriya wê paradîgma û felsefeya Birêz Ocalan bibe sedema çareseriyan. Bêtir di vê hemleyê de hat fêmkirin ku dostên kurdan çiqasî paradîgmaya Rêber Apo nas kiriye. Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan û bidawîkirina tecrîdê ketin nava tevgerê. 
 
*Ji pêvajoya kampanyayê û heta niha em bûn şahidê gelek çalakiyan, herî dawî li ber CPT'yê çalakiyek hat lidarxistin. Ji destpêkê heta îro di asta ewil de çi hat kirin ? 
 
Ji cotmehê heta niha me gelek tişt kirin. Tu roj vala neçû û ji roja me starta xwe da me bi dorê xistin meriyetê. Komîteya hemleyê bi dostên kurdan re plansazî çêkirin û hem herêmî hem jî li gelek welatên Ewropayê çalakî hatin lidarxistin. Rojeveke cidî hat afirandin. Dema me dest bi asta ewil kiribû me wiha gotibû; Esil hedefa me ew e ku em fikir û ramanên Rêber Apo li her derê belav bikin û parastina 25 salan a li Îmraliyê kiriye parve bikin. Vê yekê kelecanek jî da avakirin. Di rojên xwendinê de eleqeyeke cidî hebû. Dostên kurdan fikra ku wê fikir û felsefeya Rêber Apo çawa li nava xwe belav bikin derxistin pêş. Her wiha kartpostal ji bo Rêber Apo hat şandin. Civînên gel hatin lidarxistin, stantên danasînê hatin vekirin.
 
Bang li CPT'yê hat kirin
 
Di asta ewil de me gotibû em ê li Kolnê meşa fînalê li dar bixin û mîtingê çêbikên. Bi sed hezaran kes tevli bûn. Bi pêşengiya ciwanan Meşên Azadiyê hatin lidarxistin. Li Parîsê 25 kesî li dijî 25 salan 25 rojan meşeke dirêj li dar xistin. Heta guzergehan qala Rêber Apo kirin. Li Ewropayê li ser kampanyayê nîqaş hatin kirin. Bi gel re nîqaşek hat meşandin. Civînên gel û serdanên malbatan ji bo girîng bû. Her wiha ji bo azadiya Rêber Apo bang li CPT'yê hat kirin. 
 
*Ji bo asta duyem a kampanyayê jî we bernameyek derxistibû. Ji bo vê bernameyê jî çalakiyên berfireh mijara gotinê ye. Peyamên tê xwestin bi vana re bê dayin çi ne ? 
 
Dema asta ewil qediya bû jixwe me plansaziya asta duyem jî kiribû. Ji bo kurdan rojên dîrokî hene me di wê çarçoveyê de bername amade kir. Ji vana yek jê 8'ê Adarê bû. Jin li qadan bûn û bi dengekî banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin. Jina fam kirin ku dirûşma "Jin jiyan azadî" ne tenê dirûmeyek e mîmarê vê dirûşmê Rêber Apo ye. 
 
Peyam eynî bû 
 
Li Ewropayê li 54 nokteyan plansaziya Newrozê hat kirin. Li gelek cihan bi kelecan û coşeke mezin Newroz hat pîrozkirin. Ev jî olana hemleyê bû. Sinerjiya hemleyê di Newrozê de derket holê. Peyam heman bû. Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya meseleya kurd a li ser bingeheke demokratîk. Gel li qadên Newrozê diyar kir ku ji bo çareseriyeke mayinde ya li Rojhilata Navîn navnîşan Rêber Apo ye. Herî dawî me li ber CPT'yê meş û mîtîng li dar xist. Li vir jî em ev peyam da me got bila CTP bi heyeteke azad re here Girava Îmraliyê. 
 
*Herî dawî we got ev kampanya heta bi encam bibe wê dewam bike, ji bo rojên pêşiyê çalakiyên komîteyê eşkere bû ? 
 
Niha xebateke 5 rojan a wê beşdarî ji 74 welatan û Konseya Ewropayê pêk were, heye jixwe. Li parlamentoyê me careke din peyama xwe da; Li Tirkiyeyê îşkencey heye, li Tirkiyeyê tecrîd tê sepandin, li Tirkiyeyê ev 26 sal in tê xwestin îradeya gelê kurd bê rehîngirtin. Em êdî vê yekê qebûl nakin. Me got nebin hevparên polîtîkayên Tirkiyeyê. Em ê li pêvajoya li pêşiya xwe binêrin. 1'ê Gulanê heye û ev jî bi çarçoveya hemleyê hat plankirin. Divê her kes di 1'ê Gulanê de topyekun li Ewropayê li gel hev bin. Divê em azadiya Rêber Apo li qadan biqêrin û em vê serhildanê li qadan bînin ziman. Wexta dîsa komîte hat gel hevdu em ê van plansaziyan parve bikin. Piştî 1'ê Gulanê em ê asta duyem a kampanyayê eşkere bikin. Em bawer dikin em ê dîwarên tecrîda li Îmraliyê bişkînin.