Di serdegirtina 4 saetan de malzemeyên teknîkê hatin desteserkirin

  • 09:30 23 Nîsan 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsên Belçîkayê yên bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haberê de girtin malzemeyên teknîkê desteserkirin û hemû qablo birîn. 
 
Polîsan bi ser studyoyên Stêrk TV û Medya Haber TV’yê yên li Belçîkayê weşan dikin de girtin. Zêdetirî 200’an polîsan herêma ku studyoyên televizyonan lê ne dorpêç kirin. Polîsên ku 4 saetan li avahiya televizyonan man, kompîtûr desteserkirin. Polîsan her wiha ji bo ku weşanên televîzyonan asteng bikin qabloyên weşanê û ceyranê birîne. 
 
Polîsan deriyê odeya Uplînkê şikandin û ketin hundir û aletên di hundir de jî texrîb kirin. Polîsan her wiha tundî li xebatkarên ewlehiyê yên avahiyê kirin.