‘Divê di polîtîkayên li hember zarokan de nêzîkatiyek yekbûyî hebe’

  • 09:04 30 Tîrmeh 2023
  • Zarok
AMED - Wezîrê Perweda Neteweyî Yusuf Tekîn diyar kiribû ku wê dibistanên zarokên keç vebikin. Li dijî vê bertekên tên nîşandan hîna didomin. Şêwirmenda Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA) Necla Korkmaz da zanîn ku divê ji bo zarokan polîtîkayên yekbûyî bên pêşxistin.
 
20 sal in di esasa biryarên desthilatdarî û cemawetê de perwergala perwerdê tê meşandin û vê carê jî perwerda tevlihev di rojevê deye. Wezîrê Pewerda Neteweyî (MEB) Yusuf Tekîn diyar kibiû ku ji bo rêjeya xwendina zarokên keç zêde bikin wê dibistanên zarokên keç vebikin. Li ser vê  bertekên li dijî ferasta newekheviya zayendî derketin holê.
 
Şêwirmenda Komeleya Xebatên Zarokan (ÇocukÇA) Necla Korkmaz der barê perwerda tevlihev ya ji nîqaşê re hatiye vekirin de nirxandin kir.
 
Pergal kesên li gorî xwe diafirînin
 
Neclayê destnîşan kir ku desthilatdarî pergala perwerdê li gorî stratejiyên xwe bi teşe dike û wiha dirêjî dayê: “Pergala dema dest bi pêvajoyeke avakirinê dikin  saziyên perwerdê ewil hedef digirin. Bêguman vê bi kesên pispor re nîqaş nakin. Belkî nîqaş dike lê bi kesên li gorî xwe re vê nîqaşê dikin.”
 
Rêxistinên olî di eniya pêş de ne
 
Neclayê di berdewamiyê de destnîşan kir ku divê tu eleqeya perwerdê bi pereyan tunebe û lê niha perwerde bûye qada bazirganiyê. Neclayê wiha daxuyand: “Em dinêrin li qada perwerdê sektorek taybet heye û ev sektor berdewama pergala kapîtalîste. Wek saziyên ku di qada bazirganî de xebatan dimeşînin dertên pêş me. Ya din jî saziyên olî ne, tarîkat û cemaetan. Pêşiya rêxistinkirinên olî vedike. Di vî alî de pirsgirêk tune, bi giştî ji xwe bingeheke muhafazakar a hikûmetê heye.”
 
Di perwerdehiyê de cihê xizaniyê
 
Neclayê diyar kir ku xizanî jî yek ji mijarek ku bandor li ser perwerdê dike ye û wiha vegot: “Xizanî bandorek mezin li ser perwerdê dike. Xizanî bi her rewşa xwe  binpêkirin, îstîsmarê diafirîne. Malbatek xizan ji bo li ser piyan bisekine neçare zarokên xwe ji perwerdê bike. Ji ber vê divê mafê zarokan bi giştî bê dest girtin. Afirandina rojevên sunî xetereyek mezine.”
 
Perwerdehiyek baş û rast
 
Neclayê her wiha daxuyand ku pergalek perwerdehiya rast divê pirzimanî be, ne yek tîp be û divê lêpirsîn bike. Neclayê wiha dawî lê anî: “Divê nêzikatiyek zanistî hebe. Dema perwerde tên plankirin divê lig orî her qada temen, plansazî li gorî zarokan bê kirin.  Polîtîkayek baş a zarokan divê bi xebateke ku pedagog, pisporên têkildar û tevlibûna zarokan bikeve jiyanê.”