'Rojên Şano yên Zarokan' bi coşeke mezin dewam dikin

  • 10:42 17 Tebax 2023
  • Zarok
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Rojên Şano yên Zarokan, piştî Rimêlan, Kampa Newrozê û Saziya Çand û Hunerê ya Pargînê, li Qamişlo û Tirbespiyê jî bi lîstikên nû derketin ser dikê.
 
Çalakiyên Rojên Şano yên Zarokan, piştî Rimêlan, Kampa Newrozê û Saziya Çand û Hunerê ya Pargînê, li Qamişlo û Tirbespiyê jî bi lîstikên nû derketin ser dikê. Çalakiyên şanoya zarokan di 12-14'ê Tebaxê de li Navenda Çandê ya Mihemed Şêxo ya Qamişloyê û li gundê Maşûqê yê li Tirbespiyê pêk hatin. 
 
Di çalakiyên navbera 12-14'ê Tebaxê de 5 lîstikên zarokan hatin lîstin. Bi vî rengî ji 5'ê Tebaxê û vir ve bi giştî 9 lîstik hatine lîstin. Projeya şano ya zarokan ku li her bajarî komeke cuda ya zarokan ava kiriye, li Qamişloyê 3 koman 3 lîstik, li Tirbespiyê komekê 2 lîstik pêşkêş kir. Bi vî rengî di nava 3 rojan de 5 lîstik hatin lîstin.
 
Koma Şilêr ku koma şano ya Komîteya Zarokan a Şilêr e, bi tîman xwe ya ji 19 zarokan lîstika Çûk û Pîrê pêşkêş kir. Koma Sarya Baran a ser bi Hîlala Zêrîn lîstika 'Nok û Nîskê', koma zarokan a gundê Girbawî jî 'Şengê Pengê' lîst. Piştî lîstikên şano, Koma Kulîlkên Kurdistanê bi stranên xwe coşa zarokan zêde kir. Zarokên ku bi baldarî li şanoyê temaşe kirin, bi stranan geş bûn.
 
Koma Şehîd Jînda Hewlêr a ser bi Koma Şano ya Gundê Maşûqê du lîstik pêşkêş kir. Bi lîstika Çûka Derewkaran û Şêr û Piling qada gund veguherandin dika şanoyê. Zarok bi meşeke ji Navenda Çandê ya Şehîd Sason li qada gund li hev kom bûn. Bi beşdariya zarokên ji gundên derdorê zêdeyî 200 zarokî li şanoyê temaşe kirin.
 
Zarokên ku yekemcar li şanoyê temaşe dikirin, gelekî baldar bûn. Koma muzîkê ya Viyan Soran jî bi stranên xwe reng da rojên şanoyê.
 
Çalakiyên Rojên Şanoyê yên Zarokan wê rojên bê, di 18'ê Tebaxê de li Kampa Serêkaniyê, di 29'ê Tebaxê de li Kampa Waşokanî û li Navenda Çand û Hunerê ya Xabûrê ya Hesekê 2 lîstikên zarokan wê bêne lîstin.
 
Projeya şanoya zarokan ji bo bîranîna 5 zarokên keç tê lidarxistin ku li gundê Şemoqa yê Til Temirê di 18'ê Tebaxa 2022'yan de di êrîşa dewleta Tirk de hatin qetilkirin. Ji 5 zarokan Silava Ramazan di vê êrişê de bi giranî birîndar bû û 1'ê Îlonê şehîd bû. Silava Ramazan di Komuna Fîlman a Rojava de di fîlmê Çîrokên Bajarên Wêrankirî yê li ser Şengal, Kobanê û Ceza de di beşa Kobanê de weke lîstikvana zarok cih girtibû.