‘Zarokên biçûk li benda piştgiriyê ne’

  • 09:06 19 Cotmeh 2023
  • Zarok
 
ÇEWLÎG - Endama Lijneya Rêveberiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Zarokan Rojda Hanay da zanîn ku hewcedariyên zarokan diyar dikin û bi bexşên tên kirin kêmasiyan çareser dikin û banga piştgiriyê kir. 
 
Komeleya Alîkarî û Piştevaniya Zarokan du sal û nîv berê ewil li Wanê û piştre jî li Çewlîgê hat avakirin. Komeleyê piştî demekê bi xebatên xwe deng da û armanca komeleyê jî ev bû ku hewcedariyên jiyanî û xwarinên jê hez dikin bigihînin zarokên gundan.
 
‘Komeleya Zarokan bû sazî’
 
Rojda Hanay da zanîn ku Komeleya Zarokan du sal û nîve faliyetan dimeşîne û ewil li Wanê hatiye vekirin. Rojdayê ev tişt anî ziman: “Diyar Orhan bi derftên xwe hewl vê projeyê bidome. Piştre eleqeyek mezin çêbû û Komeleya Zarokan bû sazî. Komeleya me Çewlîg jî têde li gelek bajaran vebû. Ewil li Wan û Çewlîgê hat vekirin. Em çûn navçe û gundan me piştgiriya aborî û manewî da zarokan. Komeleya me li Colemêrgê jî hebû lê hat girtin. Niha li Çewlîg û Wanê heye. Ji  ser çapemeniya civakî xwe digihînin me û em jî xwe digihînin zarokên gundan yên veguhestina wan zehmetin.”
 
‘Em surprîzên biçûk amade dikin’
 
Rojdayê wiha bi lêv kir: “Beriya em biçin dibistanên gund em dibistanan diyar dikin. Em ji mamosteyan wan hejmara pêlava wan digirin, temenê wan digirin. Li gorî lîsteyê em alavên kirtasiyê, cil û berg, mont û botan digirin. Hewcedarî bi çi hebe em amade dikin. Em bi ekîba xwe ya Wanê re bi fatureyên xwe hewcedariyan diyar dikin û alavan digirin. Em surprîzên biçûk yên wekê paste, cil, xwarin, çikolata, nepoxan amade dikin. Em di dîroka hatiye diyarkirin de diçin dibistana gund. Em ewil zarokan nas dikin, em direqisin. Em diyariyên wan didin, sohbetan dikin, paste dibirin û vediqetin.”
 
‘Ji ber em parve dikin em bertekan digirin’
 
Rojdayê her wiha destnîşan kir ku bernameyên çêdikin li ser çapemeniya civakî parve dikin û wiha bi lêv kir: “Gelek kes vê wek reklam û prestij dibîne. Sponsorên me yên diyarkirî tune ne. Ji ber vê di encama parvekirinan de kes bexşan dikin û em bi saya vê karê xwe didomînin. Me li ser çapemeniya civakî dibînin û dixwazin ew jî ruyê zarokan bikenînin.  Li Çewlîgê nêzî 70 endamên me hene ku tevlixebatan dibin. Piranî ji hevalên jin pêk tgên. Em herî zêde piştgiriya hevalên xwe dipên. Ji ber destê jinan dema pê dibe hîn xweşiktir dibe.”