Bernameya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanê eşkere bû

  • 15:31 16 Mijdar 2023
  • Zarok
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê bi nêzîkbûna Roja Zarokan a Cîhanê re dest bi rêzeçalakiyan kir. 
 
Bi nêzîkbûna 20'ê Mijdarê Roja Zarokan a Cîhanê re Koordînasyona Zarokan a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Bi hev re zarokatiyê biparêzin” îro dest bi rêzeçalakiyan kir. Ev çalakî wê heta 20`ê Mijdarê berdewam bikin. Koordînasyonê, têkildarî mijarê daxuwaniyek da. Fatme Memo û Lîlav Xelîl daxuyanî bi beşdariya bi dehan zarokan xwendin.
 
Koordînasyonê destpêkê ev roj li tevahî zarokan pîroz kir û destnîşan kir ku zarokatî bingeha avakirina kesan, pêşeroj û pêşketina civakan e. Her wiha diyar kir ku divê zarok rastî eleqeyeke mezin û divê hawîrdoreke ewle ku mafên wan dûrî tundiyê û zulmê dabîn dike, bê peydakirin. Her wiha bal li ser bandora şer û karesatan li ser derûniya zarokan hat kişandin.
 
Koordînasyonê bang li sazî û rêxistinên cîhanî û xwecih kir ku li hember sûcên li dijî zarokan derkevin. Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de soz da ku ev roj bibe serenava aştiyê, hezkirin, wekheviyê û bidawîkirina zulmê.
 
Di daxuyaniyê de koordînasyonê diyar kir ku wê Desteya Jinan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê, Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê, Desteya Şaredariyan, Rêxistina Stêrk, Weqfa Jina Azad, TEV-DEM, Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê bi dirûşmeya “Bi hev re zarokatiyê biparêzin” rêzeçalakiyan li dar bixin. Rêzeçalakî ji îro de dest pê dikin.
 
Rêzeçalakiyên ku Desteya Jinan li dar bixe bi vî rengî ne: 
 
* Şahiyek li Mala Parastina Zarokan 
 
* Serdana navenda Hilat a Hesekê 
 
* Serdana Gerînentiya Malbatên Şehîdan
 
* Belavkirina diyariyan
 
* Vekirina 4 navendên geşepêdana zarokatiyê ya pêşwext li herêma Cizîrê
 
* Serdana Komeleya Zarokên Nexweşiya Penceşêrê ya El Emîn
 
* Serdana tevahî baxçeyên zarokan û navendên geşepêdanê yên desteyê.
 
Rêzeçalakiyên ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê jî li dar bixe wiha ne: 
 
* Lidarxistina çalakî û şahiyan di dibistan û pêşdibistanan de
 
* Nasandina Roja Zarokan a Cîhanê. 
 
Bernameya Desteya Şaredariyan û Rêxistina Stêrk, Weqfa Jina Azad, TEV-DEM û Rêxistina Mafên mirovan jî wiha ye; 
 
* Lidarxistina çalakiyan di pêşdibistanan û baxçeyên zarokan de yên girêdayî Desteya Şaredariyan
 
* Dayîna daxuyaniyeke hevbeş li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê
 
* Belavkirina cilûbergan û diyariyan li ser zarokan
 
* Belavkirina broşûr û ankêtên girêdayî sûcên li dijî zarokan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û herêmên dagirkirî tên kirin."