Roja Mafê Zarokan a Cîhanê: Mafê jiyanê yê zarokên Kurd ji dest tên girtin

  • 09:06 19 Mijdar 2023
  • Zarok
 
Pelşîn Çetînkaya
 
AMED - Seroka Komeleya Rengarenk Umutlar Yeter Erel Tuma der barê bandora şer a li ser zarokan û binpêkirinên mafan ên zarokan de axivî û got li Kurdistanê zarokên şahidiya şer dikin lîstikên wan jî her tim li ser şer in.
 
Seroka Komeleya Rengarenk Umutlar ku li Amedê faliyetan dimeşîne, Yeter Erel Tuma  der barê zarokên kum af û azadiyên wan ji dest hatine girtin û 20’ê Mijdarê Roja Mafê Zarokan a Cîhanê de axivî.
 
Yeterê da zanîn di Peymana Der Barê Mafê Zarokan de ku di 1994’an de Tirkiyeyê jî îmze kiriye 54 xal hene û xalên peymanê zarokan diparêzin. Yeterê wiha bi lêv kir: “Pêkanîna vê peymanê di bin berpirsiyariya dewletên alîgir de bû. Komara Tirkiyeyê xwe neda ber xalên 17, 19 û 20’an û îmze avêt peymanê. Ev xal jî mafê çand û ziman yê zarokan diparêzin.”
 
‘Polîtîkaya bê çandhiştinê pêk tê’
 
Yeterê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê zarok nikarin xwe bigihînin mafên xwe û got: “Li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dema komek zarok li ser mijarekê çalakiyê dikin kes tiştekî nabêje lê li Kurdistanê dema zarok dikin encamên cuda dertên holê. Ev newekhevî ye. Mînak di Newroza sala borî de polîsan cilên gelêrî yên zarokan ji wan kirin. Mînakên xwînê û tiliyan girtin. Tevlibûna zarokan a Newrozê mijara xwegîhandina çandî ye. Lê wek em hemû dizanin ev êrîş encamên polîtîkaya bêçandhiştinê ne.”
 
Li tu şaredariyan Serokatiya Mafê Zarokan tune ye
 
Yeterê axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêkhatina mafê zarokan di bin berpirsiyariya dewletê de ye. Lê bi polîtîka xwe ya qels ev pêvajo dewrê Wezareta Xizmetên Malbatî û Civakî kir. Pirsgirêka herî mezin ev e ku polîtîkayeke berfireh û bi bandor a mafê zarokan tune ye.  Li tu şaredariyê jî Serokatiya Mafê Zarokan tune ye.”
 
‘Zarok di dema krîzan de nayên dîtin’
 
Yeterê diyar kir ji 3’yan yekê civakê zarok ava dikin û wiha bi lêv kir: “Binpêkirinên mafan ji ber ku zarok wek welatiyên xwedî maf û azadiyan nayê dîtin dertên holê. Divê zarok wek şexs bên qebûlkirin. Bi taybet di demên krîzê de zarok pirsgirêkên mezin dijîn. Hemû hewcedarî li gorî mezinan tên amadekirin. Me di 6’ê Sibatê de erdhejek mezin dît. Li wir zarok nehatin dîtin. Di demên krîzan de herî zêde zarok bi bandor dibin. Yên herî kêm  piştgiriyê dibînin zarok in. Mînak ez bêjim li konbajar an jî konteyniran yek tuwaletek zarokan nayê dîtin.”
 
‘Bi şer mafê wan ji dest tên girtin’
 
Yeterê destnîşan kir ku li Kurdistanê şerekî ku hîna ji aliyê desthilatdariyê ve tê meşandin heye û nirxandina xwe wiha domand: “Ji ber şer mafê jiyanê yê zarokan ji dest tê girtin. Li bajarên sînor, mayîn hene. Dîsa bûyerên lêketina panzeran. Ev bûyer li cîhanê tenê li Kurdistanê hene. Dîsa li herêma Kurdistanê ku hebûna leşkeran zêde ye zarok xwe ewle nabînin. Ji ber şer mafê zarokan ji dest tên girtin. Li Kurdistanê pêvajoya tevlibûna polîtîk, mixabin vediguhere binpêkirina mafan. Pêvajo bi cezakirina zarok encam dibe.”
 
Polîtîkayên bêcezahiştinê tê rewakirin
 
Yeterê her wiha bal kişand ser polîtîka bêcezahiştinê û got li Kurdistanê ev tê rewakirin û gotinên Tayyîp Erdogan ên ‘Zarok be jî jin be jî tiştên hewce bikin’ û bûyera der barê zarokê di 2009’an de li Colemêrgê polîs milê wî şikandibû de bi bîr xist. Yeterê wiha dirêjî dayê: “Qanûnên li welat neçar in zarokan biparêzin. Lê li Kurdistanê zarok bi qanûnan tên qetilkirin. Komeleya me  li ser mafê aştiyê yê zarokan xebatan dimeşîne. Em bi rapor û xebatên parastinê li herêm û bajar li dijî binpêkirina mafan sekinîn û hewl didin pêşî lê bigirin. Li aliyê din jî  em li dijî polîtîkayên bê nasnamebûn û bêçandbûnê parastinê dikin. Organîzasyonan dikin. Em bang li dewletê dikin divê zarok wek şexs bên qebûlkirin û ewlehiya wan bê kirin. Divê xalên 17,19 û 20’an yên Peymana Mafê Zarokan jî qebûl bikin.”