Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen hat vekirin

  • 14:29 19 Mijdar 2023
  • Zarok
 
AMED - Li  Navçeya Sûra ya Amedê “Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen”  hat vekirin. Dayîka Helîn Hasret Şen Hazîme Şen a ku di vekirinê de axivî diyar kir zarokên kurdan di kûçeyên xwe de û qadên lîstokên xwe de tên qetilkirin.
 
Komeleya Hêvîyên Reng bi reng û Komeleya Dêrûnnasên Mezopotamyayê  tekîldarê 20’ê Mijdarê Roja Mafên Zarokan de ji bo binpêkirinên mafên zarokan bên rapor kirin û bikaribin xebatên xwe bimeşînin Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen li navçeya Sûr a Amedê  vekirin. Di vekirina Akademiyê de  pankarta “ Mafên zarokan, mafên mirovan e”hat daliqandin. Gelek saziyên rêxistinên sîvîl û komele tevlî vekirina akademiyê bûn.
 
Endama Komeleya Hêvîyên Reng bi reng Zeynep Demir Akçer axaftina vekirina akademiyê kir.
 
‘Li dijî zarokên kurdan newekhevîyek mezin heye’
 
Zeynepê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku li Tirkiyeyê û Kurdistanê newekheviya li dijî kurdan heye û got ku ev bi her awayî xwe nîşan dide. Zeynebê anî ziman ku li dijî hemû mafên zarokan binpêkirin û newekhevîyek mezin heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Zarokên kurdan newekheviyên wejş lîstik, aborî û jiyanî re rû bi rû ne. Qadên ku ew xwe îfade bikin hatine tunekirin. Hêlîn Hasret Şen û wek wê gelek zarok li vî welatî hatin kuştin. Ji ber ku kurd in li kuçeyên xwe, taxên xwe hatin kuştin. Qadên lîstikê ji qereqolan re hatine veqetdandin. Zarok bûne biyaniyê çand  xwezaya xw. Em ê li dijî van polîtîkayan bi rihê piştevaniyê têbikoşin.”
 
‘Hêlîn sembola bêedaletiyê ye’
 
Dayîka Helîn Hasret Şen Hazîme Şen jî destnîşan kir ku zarokên kurdan di kûçeyên xwe de, di qadên lîstikên xwe de hatin qetilkirin û hê jî tên qetilkirin û wiha got: “Zarokên me dema ku biçin nan bînin û dilîzin tê qetilkirin. Helîn sembola zarokên ku zarokatiya xwe nejiyan û sembola bêedaletiyê ye. Ew zarokek ku mafê wê yê jiyanê ji dest wê hatiye girtinê ye. Ez niha hem xemgîn û hem jî dilşad im. Çîroka Hêlînê çîroka hemû zarokên qetilkirî û dengê dayîkên dil biêş e.”
 
Piştî axaftinan, vekirin bi konsera zarokan û govendê bi dawî bû.