Zarok di sala 2023'yan de jî nekeniyan!

  • 09:04 26 Kanûn 2023
  • Zarok
 
Habîbe Eren
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di sala 2023'yan de mafê jiyan, perwerde, parastin, starbûn û hwd ên zarokan hatin binpêkirin. Bûyerên destdirêjiyê ya li hemberî zarokan li gorî salên borî îsal zêdetir bû û her wiha polîtîkayên bêcezahiştinê jî rê li ber vê yekê vekir. 
 
Li Tirkiyeyê sala 2023’yan ji bo her beşê civakê bû krîz û êş, lê herî zêde jî zarok zirarên mezin dîtin. Nepêkanîna mafên zarokan, tacîz, tecawiz, îstîsmar, newekhevî, neveqetandina budçê ya ji bo zarokan, ji dûrxistina perwerdê ya zarokan, negihîştina daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê û hwd. Pirsgirêkên bi vî rengî îsal jî berdewam kir. Li gel van hemûyan piştî erdheja 6’ê Sibatê ku navenda wê li Mereşê bû, bi milyonan zarok di erdhejê de bi bandor bûn, bi hezaran zarok jiyana xwe ji dest dan, gelek zarok winda bûn û gelek ji wan jî ji aliyê dewletê ve li tariqat û wargehan hatine bicihkirin.
 
Meclîs, di rojên ewilî yên 2023'yan de bi mijara destdirêjiya li zaroka 6 salî H.K.G dest bi xebatê kir û derbarê Yusuf Ziya Gumuşel damezrînerê Weqfa Hîranûrê ya girêdayî Cemaeta Îsmaîlgayê zaroka xwe bi mirûdê xwe Kadîr Îsteklî re zewicand. Ev mijar bû rojeva Meclîse. Bi vê re jî mijara destdirêjiya li tarîqat û yurdan pêk tê ket rojeva Tirkiyeyê. 
 
2 hezar û 76 zarok girtî ne
 
Li gorî daneyên herî dawiyê yên Wezareta Edaletê 2 hezar 76 zarok ên di temenê 12 û 76 salî girtî ne. 75 zarokên keç, 2 hezar û yek jî kur in. Her wiha zarokên ku bi dayikên xwe re jî dimînin ên di temenê 0-6 de jî 396 in. 
 
888 zarok di kar de jiyana xwe ji dest dan 
 
Li gorî daneyên UNICEF û ILO, li cîhanê 160 mîlyon zarok tên xebitandin. Li gorî rapora Meclisa Tenduristî û Ewlehiya Karkeran (ÎSÎG) bi giştî 888 zarokên karker jiyana xwe ji dest dane. 
 
Maşîneyên zirxî 
 
Li gorî Rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê a ku di meha hezîranê de aşkera kir di nava 15 salên dawiyê de ji ber maşîneyên zirxî yên polîs û leşkeran di nav de 21 zarok heyî bi tevahî 44 kes jiyana xwe ji dest da. 
 
Mafê 48 zarokan hatiye binpêkirin 
 
Li gorî daneyên ÎHD'ê ya Amedê li herêmê di navbera sala 2022'yan û 2023'yan de mafê 48 zarokan hatiye binpêkirin. 
 
Binpêkirina mafê perwerdê 
 
Di sala 2023'yan de mijara ku herî zêde hat nîqaşkirin perwerdeya zarokên kur û keç a bi hev re bû. Hat diyar kirin ku dibe ku ji bo zarokên keç dibistanên taybet bên vekirin. Ligel vê cudakariyê ji ber polîtîkayên hikûmetê gelek zarokên keç ji mafê perwerdê nikarin sûdê bigirin. Li gorî rapora Hewldana Reforma Perwerdê (ERG), 442 hezar û 643 zarok naçin dibistanê.  Kreş û kursên ku ji hêla şaredariyên îktîdarê ve girêdayî Serokatiya Karê Diyanetê ve hatine vekirin di sala 2023'yan de zêdetir bûn. 
 
Destdirêjiya li hemberî zarokan 
 
Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) di destdirêjiya li hemberî zarokan de di nava 15 salan de ji sedî 400 zedê bûye. Tirkiye di rêza 3'yan de cih digire. Dîsa li gorî heman raporê di zewicandina zarokan de Tirkiye di nava 202 welatan de di rêza 87'an de cih digire. 
 
Li gorî daneyên TUÎK'ê di sala 2023'yan de 52 hezar 84 zarok sûc kiriye û ji sedî 20,5 sûcên ku zarok tevlîbûne zêdetir bûne. 
 
* Ji bo cerdevan Ramazan Babat ê ku li Şirnexê bi îdîaya "îstîsmara zayendî ya giran a li ser zarokan" dihat darizandin, ceza hat xwestin. Zarokê ku tecawiz lê hatiye kirin, anî ziman ku ew û malbata wê hatine tehdîtkirin.
 
* Dadgeha Îstînafê biryara beraatê ya polîs Îdrîs Aksoy ê ku li Amedê Efe Tektekîn ê 5 salî bi maşîneya zirxî qetil kir, betal kir.
 
* Cerdevanên ku li navçeya Qilebanê bi awayekî sîstematîk tecawiz li zaroka 15 salî kiribûn û fuhuş lê dan kirin, ji hêla Dadgeha Îstînafê ve cezayên wan hat betalkirin.
 
* 2 kiryarên destdirêjiyê yên li Perwariyê hatin beratkirin.
 
* H.K.G, a ku di 6 saliya xwe de bi navê zewicandinê destdirêjî lê hat kirin der barê sûcdaran de gilî kir. Ji bo Kadîr Îsteklî 30 sal, ji bavê wê Yusuf Ziya Gumuşel 20 sal û ji diya wê Fatma Gumuşel jî 16 sal û 8 meh cezayê girtîgehê hat birîn.
 
* Li Sûra Amedê bi hevkariya RUMUD û DER-MEZ'ê Akademiya Mafên Zarokan a Hêlîn Hasret Şen hat vekirin. 
 
* Zaroka êzidî ya ku di bin parastina Wezareta Polîtîkayên Civakî û Malbatê de bû, derket holê ku carek din radestî malbata DAIŞ'ê ya ku demên borî li ser medyaya dijîtal derxistibû firotinê kir. 
 
* 4 kesên ku ji tekkeya ku girêdayî Tarîqata Rufaî ji ber îşkence û zilmê li zarokan kirine hatin girtin. 
 
* Di meha nîsanê de ji hêla Gerok Ma'yê ve li Hatayê ji bo zarokên mexdûrên erdhejê bernameyek hat lidarxistin. Her wiha ji hêla Zarok Şubadap û Şanoya Çîrokan a Moyo ve li Narliyê bernameyên taybet hatin lidarxistin. 
 
* Di Newroza Lîceya Amedê de polîsan êriş bir ser zarokan.