17'ê Nîsana 1995'an: Emîne Ocak û Bîrsen Gulunay hatin girtin

  • 09:01 17 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Xizmên girtiyan Emîne Ocak û Bîrsen Gulunay bi îdiaya "Bi heyeta dadgehê qêriya" di 17'ê Nîsana 1995'an de mehek ceza lê hat birîn û şandin Girtîgeha Navendê ya Enqereyê. 
 
Hinek geşedanên di dîrokê de îro qewimîne wiha ne:
 
2004: Komînîst, serîhildêr, partîzan û lehenga herî ciwan a Yugoslavyayê Fana Koçovska Zvetkovik a Makedon jiyana xwe ji dest da. 
 
2007: Li Fînlandiyaya ku yekem welatê mafê dengdayina jinan hat dayin e ji 20 wezaretî li 12 wezaretan jin hatin tayinkirin. Rêjeya jinan a hukumetê ji sedî 60 e. Ev bû rêjeya herî zêde ya di nava welatan de. 
 
2012: Seroka Komeleya Jinên Pêşverû ya Şîşliyê ku beriya 12'yê Îlonê hatibû damezrandin û di heman demê de damezrînera Mala Çandê ya JInê ku di 1988'an de hat avakirin Sadet Arikan Ozkal di 68 saliya xwe de jiyana xwe ji destda. Sadetê di nav kampanyayên girîng ên jinên Feminsit de roleke mezin lîst.
 
2019: Ji bo serokatiya Federasyona Elewiyan a Avusturyayê Suzan Saka hat hilbijartin.