20'ê Nîsana 1990'î: Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati hat avakirin

  • 09:01 20 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Di 20'ê Nîsana 1990'an de Weqfa Stargeha Jinan a Mor Çati hat avakirin. Kampanyaya Piştevaniya Jinan a li Dijî Lêdanê di 1987’an de hat avakirin. Di sala 1989’an de ji bo piştgirî dayîna jinan xeta telefonê hat avakirin. Piştre jî fikra avakirina stargehê pêş ket. Li ser vê esasî Mor Çati hat avakirin. 
 
Hin geşedanên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1967: Şanoger Lale Oraloglu li dijî qedexekirina lîstîkê 9 rojan çalakiya greva birçîbûnê domand û wisa jî derket dadgehê. Ji ber ku lîstîk ne li gorî hiqûqa serdest a mêr bû hat qedexekirin. Li dadgehê saetek nîv parastina xwe kir. Dadgeh biryara avakirina heyetê da û ev heyet lîstîk temaşe kir û biryara ku ne hewceye bê qedekirin da. Piştî biryarê carek din lîstik derket ser dikê. 
 
2005: Parlamentoya Kuveytê biryara tevlîbûna jinan a hilbijartina herêmî girt. Bi biryarê jin mafê bikaranîna deng dayînê û namzetiyê ji bo hilbijartina herêmî girt. 
 
2006: Han Myeong-sook bû serokwezîra Koreya Başûr û  cara yekem li vî welatî jinek bû serokwezîr. 
 
2018: Jinên Swêdî ji bo ku êrîşa zayendî ya di Nobelê de hat kirin şermezar bikin daketin qadan û çalakî kirin. 
 
2019: Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîdê dest bi grevê kiribûn ji bo ku bibin dengê zarokên xwe li  ber Girtîgeha Tîpa M a Gebzeyê dest bi çalkiya nobedê kiribûn û polîs êrîşî wan kiribû. Bi armanca şermezarkirina êrîşê li Amed, Çewlik, Bursa, Îzmîr û Wanê jinan daxuyanî dan û êrîş şermezar kirin.