21'ê Nîsana 2003'yan: Hunermend Nîna Sîmone jiyana xwe ji dest da

  • 09:01 21 Nîsan 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Hunermend û aktîvîsta mafên mirovan a Emerîkayî Nîna Sîmone jiyana xwe ji dest da. Stranbêj, nivîskara gotinên stranan, piyanîst, parêzvana mafên mirovan Nina Simone ya Emerîkayî jiyana xwe ji dest da. Ninayê li aliyê Martin Luther King têkoşîna reşikan dikir. 
 
Hin bûyerên girîng ku îro di dîrokê de qewimîne wiha ne:
 
1916: Nivîskara Îngilizî Charlotte Bronte di 1816'an de îro ji dayik bû. Romana wê ya yekem di 1847'an de hat weşandin û li ser serdema Victoriayê ya jinên nivîskar dihatin paşguhkirin romana “Currer Bell” weşand. Charlotte du romanên din jî nivîsand. Charlotte 1855'an de dema 9 mehî ducanî bû jiyana xwe ji dest da. 
 
1939: Nivîskar û parêzvana mafên mirovan Helen Prejean 82 sal berê îro ji dayik bû. Helenê li dijî îdamê bû û li dijî vêya têkoşiya. Di salên 1993-1995'an de beşdarî nava komên alîkariya malbatan dikir, bû. Serokatiya komisyona ji bo rakirina cezayê mirinê kir û di 1993'yan de pirtûka xwe ya “Dead Man Walking” nivîsand. 
 
2008: Jinên Gebzeyî û Stenbolî ji bo hunermend û aktivîst Pippa Bacca ya Îtayanî çalakî kirin. Pippa tevî hevala xwe ya hunermend Silvia Moro ji bo rêwitiya aştiyê derketibû ser rê. Ji Milanoyê dest pê kir û plan dikir ku li Tel-Avivê rêwîtiya xwe bi dawî bike. Lê belê Gundê Tavşanliyê yê Gebzeya Kocaleliyê mêrekî tecawizî wê kir û ew kuşt. 
 
2021: Endama Cemiyeta Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGC), rojnameger, senarîst, nivîskar Tulay Bilginer jiyana xwe ji dest da.