Têkoşîna nasnameyê li tabloyên xwe nexş dike

  • 09:02 7 Nîsan 2024
  • Çand û Huner
 
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Rûken Ekîncî qedexeya derbarê nasnameya kurd de bi hunera xwe heyî dike û dibêje tabloyên wê qada têkoşîna wê ye.
 
Têkoşîna jiyankirina çand û zimanê kurd ya bi salan e li dijî êrişên li hember çand, ziman û nasnameya kurd tê dayîn. Bi vê armancê gelek sazî û dezgeh xebatên xwe didomînin. Kurd jî jiyana xwe bi çanda xwe ya li dijî asîmîlasyonê dihûnin. 
 
Rûken Ekîncî ya 42 salî ku li Êlihê dijî li hember hemû qedexeyan bi hûnera xwe têkoşîna xwe dide. Rûkenê mereqa xwe ya huner û keda xwe vegot.
 
Ji alavên bermahiyê hûner
 
Rûken ya ku li hember wênexêziyê mereqa wê hebûye, hinekî dereng dest pê kiriye û gavên ewil a avêtina hunera xwe bi me re parve dike. Rûken demên ewil ji ber pirsgirsêkên aborî nikare alavan bigire. Ji ber vê bi  alavên boyaxê yên zarokên xwe dest bi xêzan dike. Rûken nasekine û cil û bergên li xwe nake, alavên mutbexê û hemû alavên bermahî di tabloyên xwe de bikar tîne. Hûnera xwe wisa îcra dike.
 
Hebûna xwe li tabloyên xwe nexş dike
 
Rûken diyar dike ku armanca wê ya di tabloyan de ne ‘tabloyekek baş ya li dîwar bê daliqandinê ye, xwe baş vegotine’ û wiha dirêjî dayê: “Ez psîkolojî, erdnîgarî, fikr û nêrîn, têkoşîna nasnameya xwe li tabloyên xwe nexş dikim. Ez di wan tabloyan de derdê xwe dibêjim. Ez fikr û nêrînên xwe yên ku bi awayekî azad nikarim bêjim di tabloyên xwe de nîşan didim.”
 
‘Tabloyên min qada têkoşîna min in’
 
Rûkenê wiha bi lêv kir: “Hûnera min qada têkoşîna min e. Ez çanda xwe, ziman û teşeyê jiyana xwe bi awayekî azad îfade dikim. Ziman û çanda min di bin dagirkirinê de ye û ez vê bi hûnera xwe tînim ziman. Tabloyên min qada têkoşîna min e. Hûner û berhemên min qada têkoşîna min in.Tabloyên min dîrok, erdnîgarî, ziman, zarok û jinên ji şer bandor dibin tîne ziman. Tabloyên min di esasê de şer teşhîr dike.”