Edeleta çapemeniyê

  • 09:03 18 Hezîran 2023
  • Medya Kritîk
Semra Turan
 
NAVENDA NÛÇEYAN-Çapemeniya alîgir ku di bûyerên wesayîtên zirxî li Kurdistanê li zarokan tên qelibandin û qetil dikin, zimanê ku zarokan sûcdar dike di nûçeyan de bi kar tîne. Gelo wê çapemeniya alîgir kengê dest ji vê nêzikatiyê  berde û rastiyan bibîne, bide bihistin.
 
Li Gever a Colemêrgê di 7’ê Hezîranê de çawîşê pispor yê bi navê A.K.P yê li Fermandariya Cendermeyan a Geverê peywirdare, bi wesayîta xwe li zarokê 5 salî Erdem Aşkan dabû û qetil kiribû.  Gumanbarê ku ji cihê bûyerê reviya piştre hat binçavkirin. Gumanbar tenê rojekê di bi nçavan de ma û bi şerta kontrola eddlî hat berdan. Di girteka tespîtê ya li cihê bûyerê hat girtin de zarokê 5 salî Erdem Aşkan bi ‘qusur’ hat dîtin.
 
Darizandin tune ye
 
Mirinên di encama lêketina wesayîtên hêzên ewlehiyê li Kurdistanê bûye rastiyek. Li qadên ku zarok lê dilîzin,  li ser riyan kolanan wesayît bi lez derbas dibin û li hember zaorkên dertên pêşberî wan hewce bi hêdîbûnê jî nabînin. Şaxa ÎHD’a Amedê diyar kir ku di 15 salên dawî de di encama lêxistina wesayîtên zirxî de 21 jê zarok 44 kesî jiyana xwe ji dest dane. Kesên van wesayîtan bi kar tînin jî wek wesayîtên zirxî ew jî ne tên darizandin ne jî ji peywirê tên girtin.  Bi vê jî sînor namînin gel bi çekên xwe tehdîd dikin.
 
Wesayîtên zirxî evqas bi lez diçin ku derê? 
 
Gelo li her kolanên Kurdistanê ev helwesta bêperwa ya hêzên ewlehiyê ku bi wesayîtên xwe li kolanan digerin û dibe sedema jiyana mirovan, bi kê bawer dikin. Wesayîtên zirxî yên li kolanan digerin ji bo çi li wan derna digerin û wisa bi lez diçin ku?Çima evqa wesayîtên zirxî li kolanan digerin? Peywira wan çi ye?Bersiva van pirsan di şerê qirêj yê ku 40 sal e li Kurdistanê tê meşandinê de veşartî ye. Vî şerî bi sedan kes ji canê wan kirin ji warê wan kirin. Niha jî li kolanan yek bi yek zarokan hedef digirin. Li Kurdistana ku mafê lîstika zarokan bi destê polîs û leşkeran tê xespkirin, bedela van lîstikan jî canê wan e.
 
Çapemenî nabihîze, nabîne
 
Hebûna zarokên Kurd ku bi canê xwe bedel didin, jî sûc tê hesibandin. Ne kesên ku wan qetil dikin, zarokên ku bedel didin sûcdar tên hesibandin. Gelo dema ku daraz jî serê van qetilkirinan digire, leşker û polîsên van wesayîtan bikar tînin berdidin kolanan, çapemenî çidike? Çapemeniya Azad bi ser van cînayetan de diçe, bi cîhanê dide bihistin. Çapemeniya alîgir jî bi yek gotinekê jî cih nade van qetilkirinan.Wekê ku ev zarok qet nejiyane qet nehatine qetilkirin tevdigerin. Ji bo wan tu wateya zarokên Kurd ne.  Çapemeniya ku tundiya polîsê Fransayê dibîne li Kurdistanê qetilkirina zarok nabîne nabihîze.
 
Bila li kolanan nelizîn!
 
Li Kurdistanê zarokbûn ji bo dozger, dadger, walî, qeymeqam tu tiştî îfade nakin,  çapemenî jî di edeleta alîgir de cihê xwe dibîne. Zarok bi yek destî bi qisûr tê dîtin.  Çapemeniya alîgir ji bo zarokên Kurd dibêjin ‘bila ew jî li kolanê nelîzin’ û li bajarên rojava jî ji ber zarok qada lîstikê nabînin nûçeya ‘yekane parka wan jî tê hilweşandin’ çêdikin.