Îmtîhana qadê ya bi çalakiya Dayikên Şemiyê re

  • 09:03 2 Tîrmeh 2023
  • Medya Kritîk
 
 
Zuhal Atlan
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya Dayikên Şemiyê ku weke çalakiya herî demdirêj a Tirkiyeyê ket dîrokê, ji bilî armanca têkoşînê, binçavkirin û zextan tenê di van salên dawî de hate rojevê. Xwepêşandan hatin îllegalkirin û çapemenî jî bi zanetî û nezantî vê yekê kir.
 
Dayikên Şemiyê ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha li Qada Galatasarayê bi armanca pirsîna aqûbeta kesên di encama kuştinên kiryar nediyar de hatin windakirin têdikoşin. Ev çalakî çalakiya herî dirêj a di dîroka Tirkiyeyê de derbasî qeydan bû û mixabin ev 5 sal in bi zext û binçavkirinan çalakî tê rojevê.
 
Di hefteya 952’yan de polîsan êrişê çalakiyê kir. Dayikên Şemiyê hatin binçavkirin û çalakiya vê hefteyê jî ku rastî cejnê tê wê dîsa bi êrîş û binçavkirinan bê rojevê. Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) der barê qedexekirina çalakiyê de biryara binpêkirina maf da. Lê tevî vê çalakî tê qedexekirin. Têkoşîna Dayikên Şemiyê ji aliyê çapemeniyê ve jî tenê wek ‘êrişa li dijî çalakiyê’ tê dayîn.
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê bi komek ji 20 kesî pêk dihat hat destpêkirin. Di 1999’an de polîsan tundî li girseyê kir. Piştî êrişên zêde navber dan çalakiyê. Di 2009’an de ji nû ve dest pê kirin. Di vê pêvajoyê de gelek Dayikên Şemiyê bêyî aqûbeta xizmên xwe fêr bibin jiyana we ji dest dan. Yek ji van Dayika Berfo bû. Dayika Berfo ku ji bo kurê xwe Cemîl Kirbayir digot ‘Min deriyê xwe bi şev vekirî dihişt. Min digot wê rojekê bê. Lê şev derbas bûn, meh û sal derbas bûn kurê min nehat.’ Berfo Kirbayir tevî temenê pêşketî diçû qadê û têdikoşiya. Di hefteya 700’î ya çalakiya Dayikên Şemiyê 25’ê Tebaxa 2018’an de polîsan dor li Dayikên Şemiyê girtin. Ji wê rojê de ye qad qedexe ye.
 
Demekê çalakiyên Dayikên Şemiyê rojeva esas bûn. Kesê çalakî dişopnad rojnameger nedihatin hesibandin. Çalakî saet ji 12’yan dest pê dikir. Saetekê pêş de em diçûn. Me cihê xwe digirt. Em hemû ji bo metna çapemeniyê bigirin diketin rêzê. Me nûçeyên xwe çêdikir û dişandin. Me banga wê hefteyê, kesê winda yê wê hefteyê dihat gotin di nûçeya xwe de dida.
 
Lê van rojan ji çapemeniya alîgir bigire heta ya muxalîf ku çalakiya Dayikên Şemiyê nabînin, di rûpelên xwe de bi cih nakin û naynin ser ekranên xwe, di polê de ma. Çima? Tenê zext û binçavkirinan dide.
 
Ez wisa nêrîna xwe ya li ser çapemeniyê bînim ziman, di çend hefteyên dawî de der barê Dayikên Şemiyê de hema hema hemû nûçe dişibin hev. ‘Dayikên Şemiyê dîsa hatin binçavkirin’, ‘ Dayikên Şemiyê hatin berdan’, ‘Di hefteya 952’yan de dîsa êriş’ dertên pêş. Lê dema çalakî ne qedexe bû, Serokwezîrê demî Tayyî Erdogan bi Dayikên Şemiyê re hat gel hev û soza ku wê ligel wan bin dabû.
 
Gelo niha çi bû ku çalakiya Dayikên Şemiyê hat qedexekirin û çapemenî ketiye pozîsyonek wisa. Bersiv zelal e: Çalakiya Dayikên Şemiyê veguherî têkoşîna lêgerîna maf û pêş ket û wek encama vê têkoşînê ‘Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê’ hat avakirin û ji ber vê ev çalakî hat îlegalîzekirin. Çapemenî jî di vê rewşê de bûn lingên wan. Ji ber vê jî têkoşîna Dayikên Şemiyê nayên dîtin. Ji bo heqîqet dernekeve holê jî çapemeniyê ev ji xwe re kiriye peywir.